EY MIROV

Xizan Șîlan

ey mirov
ji ber hovitiya we
stranên şahiyê
ji kezebê dinalin
helbest
di îskeîska gewriya xwe de
xeniqîn
rojan
kirasê reş li bejna xwe pêçan
şevistan xwîn vedirişin
stêrk xeyîdîn
reşewr stewr bûn
dengê xuşexuşa barana bereketê
hate birîn
çirayên geş şerm kirin
ji ber hovitiya we
giyana erd û asîmanê
lerizî
bîranîn
li ber bayê reş ketin
çîrok bêxwedî man
çem melûl melûl diherikin
ji parzûna demê
kul û birînên bêderman
dipalin
ji ber hovitiya we
dayikan
porê serê xwe rûçikandin
miriyên goristanan
bi xwe hesiyan
kulîlkên baxê jiyanê çilmisîn
teyr û tilûrên çolbeyaran
serî hildan
li şevan xew neket çavên
evîndaran
ji ber hovitiya we
kevokên aştiyê
nifiran dibarînin
can û malê xizanan şewitî
ocaxê bav û kalan kor bû
kolanên êşên welatê rojê
deng vedan
kelkela germa havîngehan
cemidî
sebir
mîna agirê volqanan
di hêrsa xwe de teqiya
ji ber hovitiya we
ferişteyên mesûm
bihuşt terikandin
qeyîka aramiyê
li peravên temen asê ma
pariya xwarineke germ
di qirika rebenan de
neçû xwarê
bilûra şivanan
naletê dilorîne
kaniya ramanên zelal
janê dikişîne
ziman
di devê rûpelên dîrokê de
werimî
ez ê
ji bo pêşerojê
tevna hêviyên mezin
di kortika çavên xwe de
bihûnim

Xizan Șîlan
2019-03-08
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…