Konê Reş
Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê..
Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên Beriyê Mêrdînê de hebû; ji berberiyê, şerê êlitiyê, şerê netewên cîran û xweparastinê, xelkên beriyê li gor xweristiya beriya xwe, amûrên muzîkê wek def, zirne, kemaçe û tembûrê ji xwe re bijartin û li ber dengê jenên wan kul û xem, kêf û şahiya xwe anine ziman û reqisîne.
Ji bilî mirtiban, stranbêj û dengbêj jî hebûn, wan jî roleke mezin di civaka xelkên beriya Mêrdînê de listiye û beşekî mezin ji peyvên kurdî yên resen ji talan û bişaftinê parastine. Di vê derbarê de dikarim navê çend dengbêjan bînim ziman wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî.. Û wiha tev malbatên ku bi kemaçê yan ribabê û def û zirnê govend û şahî di Cizîrê bi tevayî de digerandin û xweş dikirin, bînim ziman; ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, ji Efrînê ta bi Kobanê û her wiha gelek dengbêjên din jî li devera Cizîrê hebûn. Hem jî dikarim bibêjim ku rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê mezin bû, ji ber ku hingî Şingal ta niha jî, wek dibistanekê ye ji fêrbûna saz, awaz û gotinên Kurdî yên resen re. Piştî vî nifşî, nifşekî din ji dengbêjan hatiye meydanê, ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe bû. Vî nifşî jî, rolek giring di parastina zimanê Kurdî de lîst wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Adilê Hiznî, Selah Osê û gelekên din.
Di baweriya min de di wî heyamê ku ziman û strana kurdî qedexe bû, bi rêka wan festîvalên gelêrî yên şahî û şokirinê, wan mirtiban, dengbêjan û muzîkjenan karîbûn bi dengê xwe digel kemaçe, tembûr, bilûr, dahol û zirna xwe beşekî baş ji pêmayê bav û kalên me ji windabûnê biparêzin, wek vê strana (Were Domam) ku min di destpêkê de daxistiye û bi hezaran stranên weke wê…







Şîrove (0)