Pilan li ser Kurda ye

Lazgîn Dêrûnî

Di Dîrokê de diyar e timmî gelê Kurd bi mêrxasî û mêranî berxwedan di ber hebûn û mafê xwe de kiriye, û ticarî serê xwe ji dijmin re ne tewandiye lê mixabin bê tifaqin, ji bêtifaqiya wan heta roja îro bindest in
Îro li Rojavayê Kurdistanê êrîşeke hovane ji aliyê dewleta Tirk ve li ser tê kirin tevlî çeteyên wê, armanca wê dagîrkirin û guhertina dîmografiya wê ye bi pilaneke ji aliyê dewletên xwedî bandor di kirîza Sûrî de wek Emerîka, Rûsya,Îran her yek li gor berjewendiyên xwe bi navê herêmeke aram,

Emerîka naxwazê Tirkî ji dest xwe berdê, Rûsya dixwazê Emerîka ji Sûrî vekişe da rîjîma Sûrî cardî vegerê herêma kurdî, Îran dixwazê milîsên wê di navbera sînorê Îraq û Sûrî de bimînin da riya wê vekirî bê ta Libnanê .
Lê mixabin Kurd tenê dûrî van pilanan û li hevkirina ne ji ber ku di aliyê siyasî de ne li ser hev in û li hev nakin û bê tifaq in, tenê PYD û hêza HSDê berpirsiyariya Rojavayê Kurdistanê bi xwe girtiye û ti aliyê kurdî qebûl nakê,lê birastî berxwedaneke lehengî dike dijî êrîşa Tirkî û çeteyên wê lê destek tenê li çepka nadê û di aliyê siyasî de jî lawaz e û neçar ma ku rêkeftinekê bê şert û merc bi rêjîma Sûrî re bikê piştî Emerîka xwe ji pişt wê da alî û ev cihê metirsiyeke mezin ne li ba miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê ku dîse rêjîm vegerê bi wî mêjiyê xwe yî berê û mafê kurdan ne pejirîne û ev derfeta dîrokî dîse wek hercar li ser kurdan re bibûre.

….Siwîsra 15.10.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…