Fîlmê Humanist, çîroka Şewket Epozdemir û 17 hezar şehîdên din

Idrîs Hiso
 
Humanist yek ji belgefîlmên ku di pêşbirka belgefîlmên Kurdî de, ya heftemîn fîlmefestîvala Duhok a navdewletî de beşdar bû, pêşbirkî li gel 6 belgefîlmên Kurdî yên din dikir.
Humanîst behsa xebat û jiyana parêzerê Kurd ê navdar ji xelkêl Bayikan gundê Minar ser bi parzgeha Sêrtê ve ye û ew li Tetwanê dijî navê wî  Şewket Epozdemir e, dike.
Şewket Epozdemir di 25.11.1993 an de tê terror kirin û doseya kuştina wî jî li cem hikûmeta Tirkiyê bê encam tê girtin û tê tomar kirin wek tawana ku bikirê wê nediyar e.
Li Tirkiyê bêhtir ji 17000 bûyerên kuştinê li dijî kesayetî û welatiyên Kurd hatiye kirin û kujer jî wek dewleta Tirkiyê dibêje – ne diyar- mechûl e. Çîroka Epozdemir yek ji van çîroka ye.
Film dilsoziya Epozdemir, kurdberweriya wî, mirovheziya wî û jîngeh û ajelheza wî derdixe û şanî bîneran dike.
Ji bo tomarkirin  û berhemînan vî fîlmî, derhêner Keremo (Kerem Tekoglo) hevpeyvîn bi bêhtir ji 30 kesayetî re kiriye û çi belgeyên ku bidest xistine ji bo film bi şêweyekî ciwan û serkeftî bikaraniye.
Di 67 xulekan de derhêner dikare bi bîneran nameya jiyan Şewket Epozdemir, riftarên wî li gel mirov û ajelên li dora wî, mêraniya wî ya derberê dose û dozeyên ku her parêzerekî li Tirkiyê xwe newîrbû daba ber diyar dike.
Epozdemir di ofîsa xwe de Şahîn û Kew bi hev re xwedî dikirin, Epozdemir dixwest gelên di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê biratî û hevaltî û hevprvekirinê qebûl bikin û her mirovek bighê mafê xwe.
Lê mixabin dewleta Tirkiyê ku li ser bingeha Yek Ziman, Yek Ala û Yek Welat hatiye avakirin kesên wek Epozdemir ji bo hebûna xwe metirsî dibînin, lewma ji aliyê xwedêgiravî kesêkî nenas hate kuştin.
Herkesê di filmed diaxfin didin diyarkirin ku JITEM Epozdemir kuştiye û dewletê jî doseya terorkirina wî li dijî Kesekî Nediyar tomar kiriye wek 17000 hezar doseyên din.
Belgefîlma Humanist ji aliyê Kerem Tekoglu, ku li Farqîna ser bi Amedê ve di sala 1984 an de jidayikbûye û di maweyê 10 salan de beşdarî di damezrandina 11 saziyên hunerî li Bakurê Kurdsitanê û Tirkiyê kiriye, wek derhêner ji telvizyonên Kurdî kar kirye û heta niha 6 belgefîlmên wî hene, hewiha wî gelek xelatên navdewletî bidestxistine.
Duhok 14.09.2019z
Rojnameya Kurdistan 01.10.2019   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev. Lê karê min…

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…