Kuştina Horiyê ne bûyerek diziyê ye, berdewamiya qirkirinê ye

Idrîs Hiso

Roja 25.08.2019 wek gelek caran û wek tawanên rojane ku girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û xwedê giravî opozisyona Sûriyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dikin, çekdarên Bereya Elşamiya ku beşekin ji Artêşa Niştimanî ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ye û ji aliyê Tirkiyê ve perwerde dibe û heman bawrî û îdyolojiya dewleta Tirik û artêşa wê dide meşandin, êrîş birin ser malaek kurd ku bi tenê pîremêr û pîrejinek bi navê Mihyedîn Oso û jina wî bi navê Horiya Mihmed Bekir Dîko lêbûn, temenê wan jî bêhitre ji 70 salî ye.

Çekdarên hov di bin îşkencyê de Mihyedîn kuştin û piştî 12 rojan, doh roja Înê 06,09,2019 an de Horiya jî ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.
Nûçe hatiye belav kirin ku çend çekdarên terrorist girtine ser mala Mihyedîn bi mebesta ku diziyê bikin û ji ber ku Mihyedîn di ber xwe û mala xwe de daye, ew işkence kirine û di encamê de ew bi xwînek sar kuştin.
Lê rastiya vê bûyerê ku bi hovane hatiye encamdan ne wisaye. Rastiya vê bûyerê siyaseta dewleta Tirkiyê ye li Efrînê û perwerdeya ku wê daye çekdarên ku ew şandine Efrînê û dixwaze wan bişîne seranserî Rojavayê Kurdistanê û heger bi dest Tirkiyê derkeve wê heman karên hovane û cînosayidê li hemû Kurdsitanê û Erebistanê jî bike, ji ber di mezî û îdiyoljiya dewleta Tirkiyê de tiştek tineye Kurdistan û Erebstan ew bi tenê Osmanîstan dizanin ku sînorê wê jî ereb, Kurd û hemû gel û neteweyên derbas dike.
Leşkerên ku Horiya Kuştin leşkerên Tirkiyê û Opozisyona Sûriyê ne, xwîna Horiyê û xwîna hemû qurbanî û şehîdên Efrînê ji Tirkiyê û aliyên ku piştevaniya xwe ji Tirkiyê dibin tê xwestin.
Ji bo wek Horiyê jinên Kurdan bes werin kuştin, jibo namûsa me careke din ji aliyê hovên tirk û hovên ku Tirkiyê wan xwedî dike neyê binpê kirin, bi tenê yek rê li pêşiya me heye ku em destê xwe bidin hev û din û li ser berjewendiyên gel û welatê xwe li hev û din bikin, berjewendiyên gel û welatê ku her kes xwe bi xwediyê wê dide nasîn li pişta hemûyan li heve û gelek ji wan di hembêza dijimin de dixwun û vedixwin.
Gewîlan 06.09.2019   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…