Siwara dil

Gurkan Elhac‎

Dil li ber te ye ber te ye ceger
Gerden zera min xoba rû fener
Dêm bexçê gul e , dev dur û gewher
Beijin balayê ji tayê erer

Siwara dilî por hilî ezman
Şêrîn zarî tu qendî ser ziman
Ji bilî nîn e dara û saman
Zemîn pir şa ye kû tu hêj li ser

Jêdera ristan helbest û hozan
Bûka welatî kanî û zozan
Firişta canî ji êl û hozan
Bextewarim ez kû tûyî dilber

Ji bo te ev dil hîna lê di xê
Ji bo te gerdûn rokê pê dixê
Li ber te sorgul serî da di xê
Ji buhiştê tu horiyek bi per

Tu rengê berfî ser gulan xunav
Hingivê şanî sing penîrê xav
Ne bes dil û cerg ser wan, didim çav
Heme li ber min wisa here wer

Tu nirgizekî li serê çiyan
Bihna xwe berda derûn û giyan
Ez dewlemendim tûyî sermiyn
Ber perîşanbim dûrî te bê şer

Kevoka sipî ser banê aştî
Ji bo te min jîn û jî guvaştî
Li pêşya te min çiya qelaştî
Li ser sînga min bi kole çeper

Piyanek bade serê min bada
Bere bigerê ji vir û hade
Bi min re vexwê mey perîzade
Ser mest herin em cîkî bê veger

Ji bin zinaran bin lat û kevir
Were cîhanek dinê ji spihir
Emê hiş deynin bi kevin bi sir
Bi noşe bi noşe şûşa bi guher

Laş bi kin dîlan wek pêl û leylan
Herin govenda gul û sumbulan
Li noqê badin destan û milan
Me jev venekê ti ah û keser
Qamişlo17.10.1997

https://www.facebook.com/gurkan.elhac/videos/10219805903674277/

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…