Rojnameya Dîplomat!

Konê Reş
Ji çend salan ve ez rojnameya Dîplomat dişopînim û di van çend salên dawî de, hin caran berhemên min têde hatine weşandin.  Dîplomat; rojnameyeke hefename civakê û siyasî ye. Weşana xwe bi sê-çar zimanan dike; kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê weşana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêşî (1) di sibata 2003an de hatiye weşandin. Ta niha 453 hejmar jê hatine weşandin û belavkirin. Her hejmarek di navera 16-20 rûpelan de ye.
Mixabin ku roja îro ev rojnameya bedew ji ber rewşa aborî ve li ber rawestandinê ye.. Ev rojnameya ku nav û dengê kurd û Kurdistanê li welatê Qefqasyayê bilind dike.. Cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewşa aborî ve were rewestandin..
Berî çend rojan ez bi xwediyê wê mamoste Tahir Silêman re axifîm û min pirsa nederketina rojnameya Dîplomatê jê kir.. Wî bi kul û keser li min vegerand; got û biland; ev 17 sal in ku ez vê rojnameyê di weşînim.. Ez navê kurd û Kurdistanê di welatên Qefqasiyayê de bilind dikim.. min gelekî xwe pê re westandiye.. ji male xwe xesirî me.. mixabin ji ber rewşa aborî edî ez nema karim berdewam bikim ku alîkariya min nebe…
Van gotinên wî, Mîr Celadet Bedirxan û weşana wî ji kovara Hawarê re anî bîra. Mîr Celadet Bedirxan jî di heyamê xwe de, dema ku kovara Hawarê li Şamê diweşand, ji ber rewşa aborî, wî çend carekî firaxên mala xwe difrotin da ku hejmareke Hawarê biweşîne…
Bi hêvî me ev ewrê ku di ser weşana rojnameya Dîplomat re derbas dibe zû biferike û hin ji rêxistin û maldarên kurdan bi alîkarî û yarmetiya mamoste Tahir Silêman ve rabin..
Qamişlo 29/8/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…