Mirina Şêxekî Rind ji Amûdê: Seydayê Saadeddînê Seyda

Konê Reş
  Îro (27/07/2019), Seydayê Saadeddînê Seyda yê ku wek şahidekî bû ji gelek bûyerên Beriya Mêrdînê re, di mala xwe de li bajarê Amûdê koça dawî kir.. Berî salekê, di roja 16/7/2018`an de, ez û Dr. Mustafa Henîfê çûbûn serdana wî û min ev nivîsa xwarê nivîsandibû. Fermo, wek wefadarî di roja koçkirina wî de bixwînin:
Amûdê û Sihbetek bi Seydayê Saadeddînê Seyda re
  Bajarê Amûdê..! Amûda Bavê Mihemed..! Bajarê ku di destpêka çerxê 20`an de dergehê wê ji xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, mehcirên Hesenan û Heyderan/ 1914`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/ 1915`an, Şêx û Melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an re, vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa) û tev malbatên wê ve, bi sîngek fireh pêşwaziya mişextî û mehciran kirin.
   Ji bo bêtir agahiyan li dor bajarê Amûdê, di roja 16/7/2018`an de, digel Dr. Mustafa Henê (Henîfê) çûm Amûdê. me serdana Seydayê (Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda), kalemêrê zane, rastgo, welatperwer û xweşik kir.. Û min çend pirsên panoramî li dor Amûdê û xelkên wê jê kirin. Wî jî, nemerdî nekir, bi dilekî fireh bersiva pirsên min dan û li wan zêde kir..
  Seydayê Saadeddîn pesnekî baş da malbatên Amûdê yên dêrîn wek malbata Axê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axayê Deqorî), malbata Heciya (Hecî Abdullah), malbata Silîva, malbata Henê (Henîfê), Kamil, Kerro, Şiwêş, Mandiya, Qirno, Gun Reş, Berko, Seyid Elo, Ezebiya.. Û ronahî ber da ser merdî û dilfirehiya xelkên Amûdê ji mehcir û mişextiyên re.. Nexasim ji Şêx û Melayên ku ji ber zilm û zora kemalîstan revyan bûn û xwe li Amûdê digirtin wek; Ibêdellahê Hêzanî (Seydayê mezin) û birayê wê Mela Fethellah, Mela Abdulletîfê Mela Ibrahîm, Şêx Ehmedê kesk, Şêx Zahirê, Şêx Beşîrê Hamidî, Şêx Sebxetellahê Hamidî, Seydayê Sedeqe, Şêx Mecîd.. Û ji min re got; du dibistan li Amûdê hebûn; dibistana (Henefiya) û (Şafeîya), di wan dibistanan de gelek cûreyên ilm û zanînê dihatin dersdan wek: Camî, Mintiq, Belaxe, Muxtesir Ma`anî, Bînaa Elesas (Ilmê Serfê) û icaze nedihat dank ku zimanê Farisî nizanîbana..
  Li dor cixrafiya Amûdê jî, ji min re qala Girê Şermola, Girê Amûdê (Kemaliyê), Newala Xasa (Kanîkuriyê), Çemê Zeraê, Xanî Sorê, Qelaçê Silokevirê, Newala Necara kir..
  Bêguman di vê çûna min î Amûdê de, Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda baş bala min kişand.. Belê balkişandina mezin ku ta roja îro, hîn du ode li Amûdê hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civat di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê TVê ne.. Ji aş û bajar ve qal û qult bi Kurmancî têne gotin.. Min odeya mala Henê dît û pê kêfxweş bûm, bi hêvî me rojekê odeya mala Emo jî bibînim. Bi rastî, van herdu odeyên ku temenê wan dor sed salî ne, hinekî hêviyên min geş kirin ku hîn em bi xêr in..!
 Not: Hêjaye gotinê, Seydayê Saadeddînê Seyda di sala 1926`an de li gundê Sefihê Çaçana hatiyê dinyê. Ew kurê Mela Abdulletîfê Seyda ye, yê ku di pişt Seydayê xwe Ibêdellahê Hêzanî de, melatiya mizgefta mezin li Amûdê kiriye.
 Konê Reş, Qamişlo 20/7/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…