Nûçe

Bi wêne saxkirina bîranîna koça dawî ya mîr Celadet

 Idrîs Hiso – Gewîlan

Roja 15.07.2019 bi boneya 68 emîn slavegera koça dawî ya mîrê çand û  kurmanciya nûjen mîr Celdata Alî Bedirxan simînarek li kampa Gewîlan ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê hat sazkirin.
Simînara ku bi sernavê Şoreşa Ku mîr Celadet Agirê wê Dadabû berdewame li Sentera Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî û Civakî bi amdebûna keça mîr Celdaet, mîrzada Sînemxan Bedirxan û hejmarekê ji xelkên kampê û nûnerên sazî û dezgehên hikûmî û rêxistinên nehikûmî ji aliyê birêvebirê Sentera Rewşen Bedirxan Idrîs Hiso ve hat pêşkêş kirin.

Di simînarê de ji bilî behsa jiyan û xebata mîr Celdaet, behsa piroje û şoreşa wî ya çandî hat kirin.
Herwiha hat diyarkiein ku pirojeya mîr celadet ew bû ku kesayetiya kurd li ser bingehî zanist û çandê were avakirin û bi zimanê dayikê da ku pilan û pîlanên  dewletên dagîrker ji Kurdistanê re werin pûçkirin û neteweya kurd bi riya zanist, çand û keltûra Kurdî û bi zimanê Kurdî sax û zindî bimîne.
Hiso ji aliyê xwe rexne li partiyên siyasî û dezgehên ragihandinê kir ji ber neguhdana wan ya pêwîst bi zimanê Kurdî û bi taybet Kurmancî.
Di çalakiyê de helbestên mîr ji aliyê her yek ji helbestvanan ve Hemdiya Mistê, Kemal Sîno û Şiyar Alyanî ve hatin xwendin.
Mîr Celdat Bedirxan xwediyê Elfebeya Latînî, Hawar, Rêziman Kurdî, Ferhenga Kurdî Kurdî, bi dehan berhemên din ên hêja ye, dibistneke bi serê xwe ye di wêje, ziman û çanda Kurdî de berdewame û dê berdewam bimîne.   

 

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…