Şewqa Imzeyan

Bavê Zozanê

Duh roja Şemiyê  30.6.2019 û bi  alîkariya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde beşdar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînşêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa ji nivîskarê qedir bilin û romanivîsê Kurd CanKurd.

Hêjaye gotinê ku nivîskar Subhî Deqorî nedikarî bû ji France bê ji xwe ew yê çara bû di vê şeva xemilandî de.

Nivîskar Cemîl Ibrahîm di serî de dest bi vekirina civatê kir xêrhatin û xweşî da mêvanên delal û wek xuleyek bê deng cemawer li ser canê nemirê kurdistanê rawestiyan.

Paşî  dest bi çalakiyê hat kirin ku hêja Alwan Şivan li ser jiyan û kar û xebata Helbestvana delal Mizgîn Hesko axivî -pirtûk, xelat û serbora wê di nivîsandinê de – piştre derfet da Mizgîn ku ewê bi xwe bi zelalî li ser xwe û xebata xwe di warê helbestê de axivî û got ku ew li ser hilm û bihna welatparêziyê ku ji bavê wê di hat mezin bûye wisa jî li ber siya helbestên Tirêj gelek caran razaye.. Paşî bi du helbestên bedew axaftina xwe tewa kir.

Piştre Bavê Zozanê nivîskar Cankurd bo mêvanan pêşkêş kir jiyan û xebata wî,pirtûkên wî, ku bihtirî ji 15an yên çapkirî hene tev bi zinamê Kurdîne pêvî yekheban. 

Birastî Cankurd pir zor di jiyana xwe de li welat dîtiye ta ku dawî ew ji mafê nişetvaniyê dûrkirbûn loma mecbûr mabû ku  here Almaniya û wek penaber li wir bi mîne.

Cankurd bi kurtî ser şeş pirtûkên xwe ku bi xwere anîbûn axvî li ser Romana kurdî gotebêj hate kirin birastî keda Cankurd di vî warîde cihê serbilindiyê ye ku qorzîk ji nivîsgeha Kurdî bi pirtûkên xwe xemilandiye.

Dawî Xanim Leylan Hekarî Nivîskarê hêja Ebdulbaqî Huseynî serokê YNRKS bi mêvanan da nasîn jiyana wî bi kurtî anî ziman.

Paşî mamosta Baqî ser pirtûka xwe Berevajî Firendikan û çîrokên wê axivî ku pirê wê ser Kurdên penaber bû. Dawî jî bavê Manî spasiya xwedanê çapxana Sersera kir D. Beşar Mustefa û mamosra Sîrac Osman xwedanê Dar Alzeman ya çap û belav kirina pirtûkan.

Wisa jî pîroz bahiya malbata Barzanî kir ku Kurdisatanê bi rengekî hêmen bi rêve dibin.

dawî Cankurd diyariyek hêja pêşkêşî D. Beşar Mustefa kir di ber keda wî di parastinaToreya Kurdî de û alîkariya wî ya  bê hempa bo çapkirina berhemên nivîskarên kurd.

Simînar bi pirs û gotebêjên xweş ser çîrok û romana Kurdî bi dawî hat.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…