25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî?

 Dr. phil. Xelîl Savucu

 

Emmerich yek ji bajarê eyaleta Westfaliya bakûr e. Bajar di sala 700î de, ji hêla Willibrord
ve, wek “şemendefereke misyoneriyê” hatiye damezrandin. Di sala 1961 de di nava Tirkiyê û Almanya de girêbesteke kar hate girêdan. Bi rêya
vê girêbestê hinek Êzdî yên bakûrê Kurdistanê jî hatin Emmerich û Celle. Lê
vêga ji bilî hinek kal û pîra û hinek jî ciwanan pîrr kêm Êzdî li bakûrê
Kurdistanê mane. Êzdiyên vê
deverê ji mêj ve hatine
naskirin û bûne hemwelatiyê Almanyayê. Herwiha hinek ji wan wek karsaz û hinek
jî wek akademîker dixebitin. Lê bidaxwe, zarok û ciwanên li vê heremê jî bi
kurdî pirr kêm dizanin! Loma ew bi hev re bi zimanê almanî diaxifin û dinivîsin.
Beşek ji wan ji çand, ol û baweriya xwe dûrketiye; herwiha kes û karên wan têkҫûne, bi tenê mane.

Komela Êzdiyên Emmerich

Bi hatina Almanyayê re hinek Êzdî tevlî xebatên
rêxistinan bûn û wiha fêrî xebatên siyasî û komelayetî bûn. Dûre dest bi
damezrandina rêxistinên xwe kirin. Di destpêka salên 1990î de tenê ҫend komele û
dûre jî “serkomela”[1] yekemîn hatin avakirin. Di
26.09.1993an de, Komela Êzdiyên Emmerich
tê damezrandin.  Di 1994an de, ji bo
meşandina xebat û çalakiyan rêveberî bi alîkariya civakê malekê vedike. 2003an
de rêxistin heman malê dikire û ji 2010an ve deynê kirîna male ne mane. Mal
vêga milkê rêxistinê ye. Di destûra xwe
de, M.Ê.E. – Mala Êzdiyên Emmerich dinivsîne ku ew ne girêdayî tu aliyên siyasî
ye û wê van armancên li jêr pêkbîne;

  • Rêxistina semîner
    û civînên li ser bawerî û çanda Êzdiyatiyê.
  • Rêxistin û pîrozkirina îd û cejnên Êzdiyatiyê.
  • Xebatên ҫareserkirina pîrs û pîrsgirêkên di
    navbera malbatên Êzdîyan de.
  • Xebatên ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên zarok û
    ciwanan.
  • Xebatên entegrasyonê, anî têkelbûnê.
  • Xebatên dîplomasî û yên danasîna Êzdiyatiyê[2]
    di heremê de.
  • Parastin û pêşxistina mirat- û ҫanda
    zindî ya Êzdiyatiyê.
  • Pêşxistina hevkarî û tifaqê di nav
    civaka Êzdî de.
  • Parastin û perwerdekirina Êzdiyan
    ya ol-, û
    ҫandî.
  • Xurtkirin û parastina mafê Jina
    Êzdî.

Ji ber
pirsgirêkên cûda, çûna welat ji bo hinek malbatên Êzdî li Almanyayê barekî
girane. Ew, hertim nikarin meytên miriyên xwe bişînin welat, loma li Emmerich,
Kleve, Goch û vêga jî li Kalkar “beşên goristanan” ji Êzdiyan re hatine (tên) cûdakirin.

Di
sala 2011an de, cara yekemîn Bavê-Şêx û hinek endamên “Civaka-Rûhanî” dibin
mêvanên vê rêxistinê. Ciwanên
vê male, bi navê „Ciwanên Mala Êzdiyên Emmerich” komeleke ji bo ciwanan
didamezrînin. M.Ê.E. û Komela Ciwanên malê
piştî komkujiya ji hêla tundrewên Îslama faşîst ve xebatek berçav ji bo Êzdiyên
(penaber/koçber) li Şengalê li Herêma
Hikûmeta Kurdistan û revendê dimeşînin.

Li gor
rêveberiya M.Ê.E dora 350 endamên wê hene û têkiliyên wê yên xurt bi hinek şaredar, rêxistin, parlamenter,
şexsiyet û olan re heye. Jî ber
hinek “pirsgirêkên neҫareserkirî”,
serkomela F.K.Ê endamtiya M.Ê.E[3] di roja 02.04.2016an de radiwestîne. M.Ê.E di 2016an
de dibe endamê Z.E.D[4], lê hêj jî hinek ji remz û
ramanên NAV-YEKê bikartîne. Vêga hem civaka Êzdî li vê heremê û hem jî M.Ê.E bi
gellek pirsgirêkên neҫareserkirî[5] yên civakî, olî û rêxistinî re rû-bi-rû mane.

Xwendevanên hêja, ev
bû 35 sal ku ez “di nava civak û rêxistinên Êzdiyan” de dixebitim. Xebat,
destpêşxêrî, ҫalakî û
hemû pirsgirêkan ji nêz ve dişopîn im. Rewş û baredoxa
rêxistinan li gel kêmkuriyên wan dinas im. Loma, min nexwest tenê “pîrozbahiyek
ji rêzê” û tenê xebata M.Ê.E binîrxînim. Ji xwe pezindan me pêşnabin û kêrî me
nayên. 25 sal xebat, xwebexşî û têkoşîn di barê komelkarî de kedeke qurs û pirr
bi nirx e. Bo min ev ked û xebata Mala Emmerich ciyê dilxweşî û şanaziyê ye! Loma,
ez hemû rêvebir û endamên vê komelê bi dil û can pîroz dikim.

Serkeftin yan jî agirkujî?

Êzdiyatî bingeha felsefa kurdperwerî,
aştîxwazî û xwezaparaztiyê” ye. Êzdiyatî ne tenê oleke kevnar û ji rêzê ye. Ew “mîrata çanda Mesopotamyayê” ye. Şênewarnasên
serdema me şop û şûnwarên vê baweriyê di erdnigariya Kurdistan de pirr bi nirx
nîşan didin. Devara Xirabreşkê[6] (Göbeklitepe) ya ku zêdetirî 12.000 sal kevnare tenê sparteke ji bo
vê erdnigariya pîroz. Lê, bidaxe Selçûk û Roma-Reş di serdemên desthilatdariya
xwe de hemû zîyaret, perestgeh û cihên Êzdiyatiyê bi zanîn û rêkûpêkî rûxandin.
Wan li hemû şênwarên bav û kalên me pirraniya “goristan, medrese û mizgeftên”
xwe avakirin! Mizgefta Îsak Paşa li Bazîdê; Ulu Camî ya Êlih, Mêrdîn, Amed û
deverên din tenê hinek mînakên vê rûxandinê ne. Dîyar e, şênwarê Êzdiyatiyê “xaka
Kurdistan, ya pirreng û pîroz e”. Êzdiyatî “şûr û benda” parastina ҫand, dîrok
(mejû) û “ZIMANÊ KURDΔ ye. Netewa kurd
xwedî bawerî û dîrokeke bêhempa, herwiha “ne nivisî” û mixabin hêj jî ne
naskirî ye!


Neyar û dagirkerên Kurdistana dabeşkirî, hem bi rêyek nijadperestî
û hem jî bi rêya “Îslama tundrew” hertim hêrîşî civak, ҫand, dîrok û baweriyên
Kurdistanê dikin. Wan bi awayekî hovitî û bi taybetî jî Êzdiyatî ji xwe re
kirine armanc; dixwazin kurda û hemû nirxên nasnama wan ji holê rakin, wan ha
xulam û bişaftî bihêlin. Ev hêrîşên ku ta serdema me berdewamin, yek ji pirsgirêk
û sedemên “serekî” ne, ku nahêlin “demoqrasî, mafên mirovan, abori, teknolojî û
aştî”  hem li Kurdistan û hem li
Rojhilata Navîn pêşbikevin û mirov bextewar bijîn. Loma, netewa me, li ser xaka
xwe, hîna jî ji azadî, biratî, serxwebûn û dewletbûnê dûre!

Dr. Cemal Nebez, lêkolînerê navbang û kurdzanê wêrek, di
barê pirsgirêka kurd de wiha dibêje; Ev bû 1400 sal ku kurd xulamtiya Îslamê
dikin û ev bû 1400 sal jî Îslam neyartiya kurd û Kurdistanê dike[7]“.


Bi sirûda “Em serê
xwe didin, lê teqez sirra xwe nadin!”
Êzdiyan ji neҫarî “qirkirin,
talankirin, penaberî, kocberî û ferman[8]
qebûl kirin – lê xulamtî, brakujî, xapandin, “tirkbûn û erebbûn” qebûl nekirin. Êzdiya bi hêsanî xwe radestî “kokneyarên”
xwe nekirin. Di dawî de, Roma-Reş û vêga jî Xelîfata Îslam ya bi navê DAÎŞ li Îraq
û Sûryê (vê carê) helweşiya – lê, Êzdiyatî[9] ma!

 

Bêguman, 1400 salên dawî, yên tijî “ferman, nepakî, bêmafî,
bişaftin, tawanbarî û pêşderaziyên bê bingeh”, şop û birînên kûr, di mejûyê
tevayî yên Êzdiyan de hiştine! Her ji bo parastina xwe û bi pêzanîna ku “ҫiyayên
Kurdistanê” dilsoz in, Êzdî hertim neçar man ku xwe paşvebikşînin û di gundên “bê
kareba û dibistan” de bi awayekî terî û veşartî bijîn. Êzdiya ji metirsiya
bişaftina xwe nedikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanan û ne jî dikaribûn bi
destên xwe zarokên xwe perwerde bikin. Di dibistanên biyaniyan (mînak, yên tirkan) de, zarok dihatin
tewandin (bişaftin), axaftina bi kurdî
qedexe bû, tenê bîrdoziya dewleta serdest û ya Îslamê bingehên perwerdê bûn. Hem
di navbera “ne-xwendîn û metirsiya têkçûnê” û hem jî di nav dû pergalên ku
“hebûna” Êzdiyan teqez qebûl nedikirin de, wek civakeke dîlgirtî bûn! Ne yasa ya dewletê û ne jî ya Îslamê rê dida
ku Êzdî jî xwe birêxistin bikin, dezgehên xwe damezrînin. Herwiha li Tirkiyê û li bakura Kurdistanê mal,
komel, partî û dezgehên Êzdiyan tine bûn.


 

Di salên 80î de, dewlêta tirkan Êzdî bi rêkûpêkî kirin
armanca herîşên mirovkujî û siyasî, ji wan xwest ku ew (jî[10])
li diji şerkerên PKKê tevlî caşan bibin. Êzdî neçar man penaberiyê, herwiha wundakirina
mal û milkê xwe, kuştina xwe qebûl bikin, lê wan teqez wek hinek kurdên
misilman nepakî nekir û çekên dijmin li dijî netewa xwe bikarneanîn. Bi ne
qebûlkirina caştiyê û hatina revendê re, Êzdî neçar man, mal û milkê xwe
bispêrin hinek cîran û kirîvên xwe û bi vê rêyê dev ji welatê bavûkalan berdan.
Divê bê zanîn, ku Êzdî di welatê xwe de, ji xwendin, xwendina bilind û ezmûnên
jiyana “bajarî” û “xebatên rêxistinî” bê parbûn. Heman Ezdî ne amadekirî ji nav
civakek “kollektîv” û welatekî paşvemayî hatin derxistin – ne amadekirî ketin
nav cîvateke pirreng, cûda û biyanî, bi pergaleke azad, pirr pêşketî, demoqrat
û yek kesayetî.

 

Rêxistinên li Almanyayê

Vêga bêtirî 50 rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê hene û hêj
jî yên nû tên damezrandin. Berî Fermana-Şengalê
jî rewşa Êzdiyan li welat û revendê karasat û metirsîdar bû!
Loma min di
26.08.2013an de gotareke bi navê “Tifaq
ne tawanbarî ye, lê tifaq dilsozî û kirine!”
û di 05.02.2014an de gotara bi
navê “Serokê Êzdiyan kî ye? –
Leaderless-Group – yan jî “pezê bê şivan”
weşandin. Min hinek pirsgirêkên-navendî
yên civakê û rêxistinên Êzdiyan herwîha girtina tevbîrên zarûrî di gotarên jor
de, bi armanca “xurtkirin û parastinê” nav û tarîf kirin. Mixabin, ji bilî
hinek ciwanên Êzdî, tu berpirsên Êzdiyan ev hişyarî dilsoz negirtin! Ez îroj dilşkesî
me, ku komkujiya Şengalê[11]
bû sparteka rastiya hinek rêxne û zarûriya pêşniyarên min.

 

Komkujiya Şengalê
micaleke dîrokî?
Albert Einstein wiha vedibêje: “Di her qeyranekê de micalek jî heye”. Fermana-Şengalê, hevkarî û xîreta
xwe-parastinê di nav Êzdiyan de zindî kir. Êzdiyên seranserî cîhanê û heta
gellek qîz û xortên ku ji civak û ola xwe sar- yan dûrketibûn, rabûn ser piya û
xwe li herderê birêxistinkirin. Ha jî, hinek guhertinên dîrokî pêkhat in. Gelo,
ev pêvajo ji hêla berpirs û rêxistinên Êzdiyan ve wek “şans” hat bikaranîn –
yan jî ne amadekirî ev “xîret” tenê “hestek demkî ma?

 

Bîan xwe bi hêsanî dikarin bikin “model û rêvebirên”
mirov û civakên nezan û bê HÊZ. Li welat, Êzdî bi rêkûpêkî dihatin “reş- û
biҫûkkirin”. Bi kar û mijarên wek “Êl, ol, erd û xwedîkirina ajala” ve dihatin
mijûlkirin. Ma gelo, îroj dîsa Êzdî
bi mijarên wek;

 

  • Êzdî
    kurd in yan jî na?
  • Êzdî
    Zerdeştî ne yan jî na?
  • Êzdî
    têkelî civaka Almanyayê bûne yan jî na?
  • Êzdî
    ҫima “QELEND” distînin, qîzê xwe difroşin?
  • Êzdî
    ҫima “zewaca bi zorê” dikin?
  • Êzdî
    ҫima “kuştina bi navê namûsê” dikin?
  • Êzdî,
    Êzdiyatî û siyaset “ev dibe yan na”?

 

nayên xapandin û mijûlkirin? Ma ev mijarên jor jî, ne percek
ji siyaseta “parvebike û rêvebibe” ne, ya ku bi rêkûpêkî dixwaze Êzdiyan nezan,
bê tifaq û HÊZ bihêle? Loma, ez vêga dîsa
dixwazim ji hemû berpirs û tevaya civakê bipirsim:


 

  • Pirraniya berpirsên ku ne
    li gor hindek pîvanên[12] kifşkirî û zarûrî tên helbijartin, ne pisporê karê xwe û
    ne jî yên Êzdiyatiyê ne. Gelo, hîngê ne normale ku pirraniya van ji
    berjewendiyên rêxistinê xwe û yên Êzdiyatiyê bêtir, berjewendiyên XWE diparêzin? Ev “berpirs û serok” tên qontrol kirin?
  • Dûnav, Şêx û Pîrê “qaşo”
    berpirsê ve olê, yên ne pisporên Êzdiyatiyê ne û ne jî tên perwerdekirin, ma dê
    cewa û kîjan Êzdiyatiyê biparêzin û bi mirîdan bidin hes- û qebûlkirin? Ev Êzdiyatiyê xwedîdikin – yan Êzdiyatî wan
    xwedî dike?
  • Bi lezgînî û germî, lê ne
    bi rêkûpêkî û profesyonelî rêxistinên nû tên damezrandin. Dûre, gellek ji van rêxistinan di bin barê xebatê de têkdicin û
    xwe bi pêşderaziyan li ser civakê ferz dikin. Gelo, ji xeynî Êzdîyan kî serok, berpirs, xebat û rêvebiriyên
    “ne-serkeftî” dîsa jî dinas- û qebûldike?
  • Eger, li piştî 50 salên
    revendê û 30 salên xebatê hîna jî “dûnav[13], berpirs û akademîkerên
    Êzdiyan” wek mînak; semînerek
    perwerdekirina dûnavan, enstitûtek têolojiyê, kursiyekî lêkolînên zanistê,
    dibistan yan hêlînên zarokan (kurdî/almanî), partiyek, nexweşxane,
    weqfen-xêrxwaziyê, bank, nivisgehek navendî, radyo, tv, rojname, kovar û  malperên profesyonel ji civaka xwe re
    danemezrandibin! Gelo, hingê ne normale
    ku ne civak, ne partiyên KURD û ne jî Almanya Êzdiyan dilsoz digrin, van
    dihesib?
  • Bêguman, demoqrasiya
    Almanyayê û ya Tirkiyê ne wekhev in. Lê, li herdû welatan jî Êzdî ji mafê
    wekheviyê bê par in! Êzdî (80%) hemwelatî ne û TEV bacê didin dewletê. Lê,
    Almanya “ol û ziman” ê Êzdiyan bi fermî qebûl nake, wan ji sûdwergirtina
    hemwelatiyê bê par dihêle û şûrê “întegrasyona-yekalî” bikartîne. Gellek Êzdî û
    hinek rêxistinên[14]
    Êzdîyan jî peznên vê întegrasyonê didin! Mînak: Almanya (2006)
    “DIK-Deutsche Îslam Konfernez” damezrand û pê re tifaqa rêxistin/serkomelên
    misilman afirand. Mafê wekhevî tine be, dê pêşeroja Êzdiyan cewa misoger be? Gelo, mifta serkeftinê ne “YEKÎTΔ ye?
  • Zimanê Almanî bişaftin û dûbendiyek
    mezin xistiye nav civak û rêxistinên Êzdiyan. Pirr berpirs û rêxistinên Êzdiyan
    kêm bi wate û girîngiya zimanê kurdî serwext in, hîn kêmtir bi kurdî dinivsînin
    û dixwînin. Êzdiyatî bê “kurdî” ne tê parastin, ne tê fêmkirin û ne jî jiyan
    kirin! Gelo, “berpirs, akademîker û dûnav”
    ên ku pirr kêm bi kurdî dinas in, difikrin û dixwînin hîngê kî û ci diparêzin?

Dr. Celalettin Kartal li ser “ziman” wiha vedibêje: “…ziman ne tenê alavekî ragihandinê ye. Ziman ne alavekî “bê alî” ye.
Ziman parastin û hebûna nasmana netew û kêmnetewan e. Ziman desthilatdarî ye,
ziman îdêolojî, hişmendî û ҫanda netewî ye. Ziman bandora dêbavên zarokan e.
Ziman “ҫeka” girîngtirîn e. Ziman dîrok, ol û tijî gotinên pêşiyan e. Yê dev ji
zimanê xwe berde, dev ji hebûna xwe jî berdide…”.


Tifaqê ne tiştekî batinî yan zor e, tifaq ne rêya tawanbariye, ew berî
hertiştî dilsozî û kirine!
Rewşa rast ya ziman, ol, civak û pirraniya
rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê karasat e. Li dijî vê rastiyê, pirraniya
berpirs û dûnavên Êzdiyan di axaftinên xwe de behsa serkeftinan[15] li Almanyayê dikin. Bi
gotin û kirinên “şaş û qopî”, belavkirina agahdariyên ne rast, bêtifaqiyê û
bişaftinê diafrînin. Ev, ji hevî û pirsgrêkên civak û endamên xwe bêtir – bi
parastin û misogerkirna “pile û postên”
xwe ve mijûl in! Ji “xeta” rêxistin, civak û ola ku ji wan re rêzdar e, bêtir
ev li gor “şexsiyet, texmîn û berjewendiyên xwe diaxifin, difikrin û dixebitin.
Şexsiyet, berpirs û rêxistinên ne serkeftî tawanbariya “Êzdî bê tifaq in” wek
“şûr” li dijî civakê bikar tînin û ha jî bi hêsanî XWE diparêzin. Bi belavkirina
agahdariyên ne rast civak nikare bi hêsanî êdî “rastiyê” nas bike û ha jî
“hesab” ji berpirsên “tekҫûna civakê, bêtifaqiya rêxistinên Êzdiyan, bişaftina
olê û valakirina Êzdîxanê[16]” bixwaze.

Renge ku vêga bêtirî 200.000 Êzdî li
Almanyayê dijîn – lê mixabin, hîna ev hejmara mezin ji bo misogerkirina
“hebûna” Êzdiyan li welat û li Almanyayê nehatiye birêxistinkirin. Bi ya min, di demek nêzîk de, emê bêtir encamên
“fermana-sipî” bibîn in. Heman tişt wê ziyanek gewre bide tevaya Êzdiya û doza Kurdistanê.
Herwiha bi hezaran zarok, ciwan û malbat wê ji ola û netewa xwe dûrbikevin. Ma
hêj jî wext nehatiye, ku berpirsên hemû mal, rêxistin û serkomelên Êzdiyan wek
mînak bi damezrandina “Kongra Êzdıyên Cîhanê”
soz û armanca xwe ya tifaqê pêk bînin?

Dawî û jêderxistin

Ez çûm diwana îlahî, min lê dît xweşî
û şahî – serê hemû tiştî, tifaq û tevahî!
Wek bi mînakên ji
dîrokê û rewşa serdem “bi gelemperî” hat diyar kirin, “halê Êzdîyan ticar wek îroj li Almanyayê xweş nebû û di heman demê de
jî, wek îroj xirab nebû”
. Hinek Êzdî bi xwendin û aboriyê pêşketibin jî, lê
Êzdiyatî bi tinebûne re rû-bi-rû maye.

Ne pirrî û pirr kirin, lê kirinên rast, bi qelîte û sûd girîng in! Bêguman,
di 30 salên dawî de, ji hêlekê ve li gor rewşa li welat Êzdiyan pirr tişt
kirin. Îmkan afirandin, mal û rêxistin damezrandin. Lê li gor fersend û îmkanên
li Almanyayê heyî, pirr kêm xwe pêşxistin, perwerde kirin û pirtûk hw.
lêkolînen zanistê weşandin. Loma, ji qezenҫkirina serkeftin û destkeftinan
bêtir wundakirin heye. Ev bû 30 sal, ku berpirs û rêxistinên Êzdiyan behsa
girîngî û pêkanîna “tifaqê” dikin, lê hîna jî ev bi xwe ne amadene vê soz û
“qaşo” armanca xwe pêkbînin.

Îroj pirr “serok, berpirs û
akademîker” hene, lê Êzdî ji berjewendiyên xwe bêtir li dû berjewendiyên bîan û
“pezê bê şîvan” in.  

Jiyana Êzdiyatiyê li revendê bi giştî
serobîna biye, ji dûnavan bêtir yeknav parastin û berpirsyariya olî û behsa
reforman dikin. Lê ya rast eve, ku ne yeknav û ne jî dûnav pîvan û erkê xwe bi
têrî dinasin û pêktînin. Di 50 salên dawî de gellek tiştên ne pirr girîng
hatine kirin lê yên herî girîng wek mînak “afirandina ҫarҫovek kifşkirî” ji
bona ji nû ve zindî kirina “jiyana Êzdiyatiyê” û misogerkirina vê, pêk ne anîn
e!!! Pirraniya rêxistinên heyî ne profesyonel in û ne jî xwe li gor îmkanên
heyî ji bona profesyonel perwerde dikin. Wiha jî mixabin berjewendiyên Êzdiyan
û Êzdiyatiyê bi “xetek-sor” nayê şopandin û qontrolkirin. Mirovê pispor, yan yê baş perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe
pêşve bibe – mirovê ne-perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe têkdibe!


Ji bilî cend rêxistinên profesyonel, rewşa
hemû rêxistinên Êzdiyan “kêm/zêde” wekhev û karasate. Wek ku hat diyar kirin bi
vê rewşa xwe, ne berpirs, ne komele û ne jî serkomelên Êzdiyan vêga amadene bi
rêkûpêkî û berpirsyariyek navendî Êzdiyatiyê rêvebibin yan jî
pirsgirêkên-navendî ҫareser bikin. Loma, divê hemû endam, civak û bi taybetî jî
ciwanên Êzdî li berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bona “miletê Tawisî-Melek” berpirsyar
bibînin. Bêtir berpirs, rêxistin, rêvebirîn, akademîker û dûnav ên xwe
bişopînin, qontrol bikin û hevkar bin bi wan re. Deng, Maf û pêşeroja xwe “hêsan” nedin destê kesî!

Zargotina Êzdiyan wiha di nivîs e:
“Here ba wî, yê te digrîne, lê neҫe ba wî yê te dikenîne”.
Min di nivisa
xwe de hewl da bidim zanîn ku “Êzdiyên-Sêwî” di welatê xwe de bi “FERMANA REŞ”
û li revendê jî bi “FERMANA SIPΔ re rû-bi-rû man e! Ji bona vê rewşê ne tenê
kokdijminên kurda berpirsyarin. Wekî ku rewş û baredox wiha ye, hîngê EM dikarin behsa „serkeftinan“ bikin?


Min
afo bikin, lê heta rastî ev be, ezê behsa serkeftina “şexsiyet, mal û komelên”
Êzdiyan nekim – hemû xebat û serkeftinên “bicûk” tenê wek agirkujiyê
binîrxînim.

 

Xwedê
û Tawisî-Melek rêşandarê rast û rasteqîna bin, xebat û xîreta wan bi serkeftinê
xelat bikin!

 

01.07.2019 

 
 

 
[1] Serkomele ya yekemîn „Y.Ê. – Yekîtiya Êzdiyan“ di 1993an de, „Y.Ê.K. –
Yekîtiya Êzdiyên Kurdistan“ di 1996an de û dûre jî bi navê „F.K.Ê. –
Federasyona Komeleyên Êzdiyan“ di 1997an de li Bielefeld (Almanya) tê
damezrandin. Ji 2016an ve F.K.Ê bi navê
NAV-YEKê dixebite û serkomelek bi “bandor û
ҫalak” e, di nav Êzdiyên cîhanê
de.
[2] M.Ê.E. 2012an bi navê „Die Eziden – Religion, Verfolgung, Flucht und
Diaspora“ kovarek biҫûk û tijî şaşiyên têolojîk, ziman, ҫandî û dîrokî hw. tawanbariyên Prof. Dr. Andreas Ackermann (Rûpel 12) diweşîne.

[3] Li gor arşîvên FKÊ; M.Ê.E û serokê wê Nedim Erkiş ne tenê yek ji
damezranerê Y.Ê/YÊK û F.K.Ê ye. Ew di heman demê de ew ta 2016an jî yek ji
endamên ҫalaktirin e, xwedî kedek berçav û beşek ji
tekoşîna F.K.Ê ye.

[4] Z.Ê.D. – Zentralrat der Eziden in Deutschland/Navenda şêwirdariya
Êzdiyên Almanyayê di 2016an de û li piştî pêvajoyên damezrandina „Hevkariya
Komelên Êzîdiyan li Elmanya“ (08.05.2004) û „Z.Y.D.
– Zentralrat der Yeziden in Deutschland“ (29.09.2007) de hatiye damezrandin.

[5] Mînak: Tekoşîna di barê standina gundê „Kelhokê“ de wek şerê dîrokî yê nava „DAVÎD û GOLIAT“ e. Zor û çetîn e, lê ne bê wate û hêvî ye! Hinek
partiyên kurd vedibêjin; „Êzdî kurdên resen in“, lê hîna jî ew ne xwediyê projeyeke
dilsoz û werek in, ji bo dikaribin „KURDÊN RESEN”, bapîrên xwe ji komkujî û
tinebûnê biparêzin.

[6] 1960î arkêologê amerikanî û dûre jî (1994) yê alman „Klaus Schmidt“ ji
DAI rastiya Xirabreşê vedikolin.

[7] Bi ya min, divê kurd êdî bi wêrekî û vekirî li ser „danûstandin“ yên
xwe bi Îslamê re bifikrin û biaxifin – dest bi lêkolînên zanistê li ser
pirsgirêka ku ka bi rastî „Îslamê çi da ye kurda û çi jî ji kurd û Kurdistanê
standiye“ bikin.

[8] Mîtolojî/têolojiya Êzdiyatiyê bi „wate“ behsa „72-Fermanan“ dike.
Îroj, hinek Êzdî, di mijara dîrokê û „Komkujiya Şengalê“ de, behsa „73“ yan jî
„74“ fermanan dikin. Ev yek ne naskirina dîrok û têolojiya Êzdiyatiyê îspat
dike.

[9] Îroj, hîna jî bi sedhezaran Êzdî li Kurdistanê di kampa de ne û ji wan
jî 85% bêkar in. Bi damezrandina „Herêma Hikûmeta Kurdistan“ û dûre jî bi
hatina DAÎŞê, Êzdî neҫar man, bi girseyî, terka mal, milk û welatê xwe
bikin.

[10] Bi dehhezaran kurdên misliman „köykoruҫu/caşî“ qebûlkirin û
bi hezaran gêrîlayên PKKê şehîd kirin.
Dewletê bi rêkûpêkî û alîkariya pirraniya mele û sofiyên Kurd, ta îroj „Kurda
bi destê Kurda“ dide kuştin, girtin û frotin.

[11] DAÎŞ, “dijminên mirovatî û şagirtên Îslama siyasî û tundrew“, di 03.08.2014an de komkujiya Şengalê pêktine.

[12] Mînake: 1 pêzanîna zimanê kurdî/almanî (axaftin, xwendin û nivisandin), 2 jiyanek rasteqîn, 3 pêzanîna
dîrok, ҫand û baweriya Êzdiyan, 4 şexsiyetek xêrxwaz
û visyonger, 5 demê, 6 pêzanînên siyaseta Almanyayê, 7 aborî.

[13] Têolojiya Êzdiyatiyê ha vedibêje: „Şêx û Pîr“ li RÊ – mirîd li
PÊ“.

[14] Pirraniya mal û komelên Êzdiyan xebatên têkelbûnê ji kîsî xwe ve dikin
û nayên vexwendin bo konferensên têkelbûnê, ji sûdwergirtinên piralî bêparin,
binêr https://www.nrz.de/staedte/kleve-und-umland/hueseyin-ezer-kuemmert-sich-um-integrationsfragen-in-kleve-id217465153.html
[15] Sokrates ha vedibêje: Yê ku bawer dike ku buye tiştek – dev jê berdaye ku bibe tiştek“.
[16] Gellek rêxistin û şexsiyetên
Êzdiyan (zanin/nezanî) berê Êzdiyên
Îraq, Sûryê û başûrê Kurdistanê didin
revendê, wiha jî yek ji armancên DAIŞê yên serekî
pêktînin, erdê Êzdiyan û li dawî jî Lalişa Nûranî ji
misilmana re dihêlin. Encam: Êzdiyên li welat mayî tên lawaz kirin û yên
revendê jî tên bişaftin.

——– 
Têbînî: Heger Gotar di malperê de bi were baş neyê xwendin hûn dikarin bi şêweyî WORD û PDF bi xwînin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…