Agir jî alavekî dijmine jibo qirkirina kurd

Mehmûd Biro
Birastî vî agirê dijwar birînek nû xiste laşê tevahiya miletê me li Kurdistanê.
Gelek nerînên cor bicor hatin belav Kirin li medyayê liser vî agirî.
Ez dibînim ku ev agir karekî plan kirîbû û bidestê kesan bû. Ev agir ne ji azmana hat.
Giring ewe ku em zanibin çawa çêbû û çima çêbû.
Livir heta ku em analîzeyek durist bidin meselê divê ku em ji hin xalên giring destpê bikin.
Yek: kî ji vî agirî fêdê dibînê? Û kî zerermende?
Du: Çima agir hate hilbijartin dijî kurdan?
Sê: Çi hatiba kirin jibo rawstandina agir?
Diyare yê zerermend miltê kurd bigiştî ye. Û yê sûdmend jî ew kesin yê ku dixwazin kurdan ji holê rakin.
Şanên dixewde yên terorîstên Daişê yekem alî ne ku sûdmendin û bivî karî siyaseta xaka şewitî liser kurdan pêktînin. Birçîbûnê çêdikin da ku ew beşê kêm ku jimilet liser xaka xwe maye, ewjî mecbûr bibê û birevê.
Sûdmendên duem Rêcîma Tirke ku na xwazê kurd şîn bibin, û dixwazê ku dagîrkeriya xwe berferehtir bikê jibo xakê kurdistana pîroz.
Sûdmendên siyem jî ew regezperstên ereb ewên ku cehnemiyê Hafiz Esed bipilan anîna herêma kurdî di sala 1973 an de bi prosesê Zinara Erebî bi dirêjahiya heta 350 kîlomitrî û kûrahiya 10 heta 15 kîlomitran, di baştirîn herêma çandiniyê de li rojavayî Kurdistanê gund jiwanre ava kirin.
Bikaranîna agir jî sedemê wê ewe ku dijminan bigiştî û biteybetî hêzên terorîst yên Daişê şikestin anîn beramberî gelê kurd yê qehreman û canfida. Lewma jî niha agir bidizî bikar anîn, jiber ku rovîne û bizdonekin nikarin sing û sing li sengeran beramberî miletê kurd berxwedanê bikin.
Lê tedbîrên ewlekariyê jî bi duristî nehatibûn standin. Yên ku diber tedbîrên ewlekariyê de berpirsyarin ewin yen ku desthilatdarin, wata reberiya xwesere. Genim û zad û danê milet liber çinînê yê, hawîrdor dijminin, tirk rojane gefan li wan dixwînê, êl û eşîrên ereban  dinava dilê Qamişlo de bidengekî bilind diqîrîn û digotin ji dêrikê heta Deraa tiştek nîne binavê kurdan. Herêm herêma erebane. Evjî lazimê hatibane fêm kirin ji aliyê rêberiya xweser ve. Zirtikên Beşar Esed jî
Liser dîwaran dinivîsandin // yan Esed …yan şewitandina beled//
Evjî jialiyê wanve nehat fêmkirin.
Zad û danên 29 gundan pêkve hat şewitandin, ku piraniya wî zadî yê kurdane.
Pêwiste rêveberiya xweser ji kesên zerermend re qerebo bikê. Herweha di ragihandineke fermî de wezîrê çandiniyê lêbûrînê ji milet bixwazê kû jidestê wan nehat ku agir bizûtirîn dem de bikujin yanjî hewara xwe ne gihand der û dorên xwe biteybetî hêzên hevpêyman da ku di hewara wande bên.
Herweha dûvre rêberiya xweser alîkariyê ji saziyên xêrxwaz yên cîhanî bixwazê.
Livir jî ez bipêwist dibînim û dewekarim kû başûrê Kurdistanê jî birola xwe rabê jiherkesî zêdetir, û arîkariya birayên xwe bikê li rojavayê Kurdistan.
Fredrikstad 14.06.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…