Bone Kurdî ye, lê pîrozbahî Erebî ye

Idrîs
Hiso

 

Bi
boneya bîranîna damezirandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
û Sûriyê hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî û beyaname belavkirin
bi mebesta bîranîna vê roja girîng û saxkirna wê.


gûman damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê berî 62 salan hest bi
wê yekê kirin ku hebûna Kurdan li rojavayê welêt, ango binxetê di metirsiyê de
piştî ku dewleta Sûriyê ti danpêdan bi hebûna beşek ji Kurdistanê û hebûna gelê
Kurd li Sûriyê neda û bi ser de jî hewldanên qirkirina Kurdan û derbedirkirina
wan bi hemû şêweyî dan, û bi hemû kiryarên hovane xwestin Kurdan li Sûriyê û
Rojavyê Kurdistanê tinebikin.

Zevî
desteserkirin û li Ereban belavkirin, nasname ji Kurdan kişandin û ew bê tomar
di dîkometên dewletê de hiştin, zindanî, asîmilasyon bi hemû rengî ji bo erd,
mirov û ezmanê Kurdistanê dest pêkir, ta bi ziman jî qedexe kirin, û mirov ji ber
guhdariya goraniyek Kurdî zindanî û îşkence dibû.

Lewma
damezrênerên yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdsitanê û Sûriyê û li ser
serê wan rewşenbîrê mezin Dr. Nûredîn Zaza û têkoşer Osman Sebrî û herwiha
damezrênerên din. Parastina zimanê kurdî wek pêngava sereke û herî girîng ji bo
parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dîtin.

Lewma
berdewam wan gelê Kurd han dida ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û herwiha ew bi xwe
ji bo gel bibûn nimûne ji bo parastina zimanê Kurdî, -wek nimûne Dr
Nûredîn Zaza bernameya wê partiyê bi Kurdî nivisandibû-
, beyanname, daxuyanî
û ragihandina partiyê bi Kurdî bû, heger bi zimanekî din jî heba, lê ya serekî
bi kurdî bû.

Lewa em dibînin ku Nûredîn Zaza wisa dibêje: “Gelî
Kurdan heger hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin û winda bibin, berî her tiştî
zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û bidin
naskirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêşve herin û bi rûmet û
serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin
” herwiha
Zaza didît ku xwendin û nivisandina bi Kurdî rêya rêzgarî û serbestiyê ye.

Apê Osman Sebrî ligel xebata Siyasî xebatek bê hempa ji bo
ziamnê kurdî dikir, li her deverekê ku Apê Osman lê ba yek ji karên wî ew bû ku
xelkên dora xwe fêrî zimanê Kurdî dikir û dibêje: “Kîjan Kurdê têkeve qada
welêt û li gel zimanê xwe bendewar nebe, ew ne gelparêz e û ne dûre ku gelfiroş
be jî…”

Heger em bala xwe bidin daxuyaniyên partiyên Kurdî li
Rojavayê welêt, mirov dê dil sarbibe, çinku yek partiyê jî bi zimanê Kurdî daxuyanî
 belav nekiriye – li gorî zaniyariyên
min-, hemiyan bi Erebî pîrozbahiya vê rojê kiriye, bi taybet ew partiyên ku
dibêjin em hilgirê doza neteweyî ne?!

Heger hûn hilgrê doza neteweyî ne û peyrewê rêka Zaza û
Sebrî ne û guhdana we bi ziman yekcarî nîne naxwe çi lome li partiyên din dibe?!

Şermek mezine di vê dema ku hemû derfetên fêrbûn û
fêrkirina zimanê Kurdî li ber destin, herwiha di serdema nêt û şoreşa tiknlojya
de partiyên Kurdî nikaribin rêya damezrênerên partiyên xwe bigrin, tevî ku damezrêneran
hemû belgeyên xwe bi Kurdî belavdikirn di dema ku ji bo goranîk an peyvek Kurdî
eger hebû ku mirov jiyana xwe ji dest bide.

Behane û hincet ji wê yekê re nîne yek car, ji bilî ku
mirov bîr li wê yekê bike: “An ew bi mebest wê yekê dikin û dizanin bê çi dikin,
an jî ji nezanî û netêgihştina girîngiya vê hokarê di xurtkirna doza neteweyî
Kurdî de vî krê kirêt dikin.”  

Di herdu doxan de jî rewş xirabe û diltezîn e û guneh û
berpirsiyaretiya van partiyan girantir û hestiyartir dike û dihêle ku mirov bi
kûrayî di gotinên Apê Osman Sebrî de mijûl bibe.

14.06.2019

Malpera Kurdistan24.net 15.06.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…