Nûçe

Pîrozbahiyek vekirî

Rêzdar Can Kurd, navekî naskirî ye di qada wêjeya kurdî de. Pênûsa wî ya çalak pirtirî zimanekî berhemdar e. Mirov carina li şiyanên wî yên nivisandinê matmayî dimîne. Li va dawiyê, keda xwe ya salan bi carekê hilweşand pêş xwendevanên zimanê kurdî.
Ev berhemên jêrîn bi alîkariya dezgeha ( Ser Sera ) ya ku Dr. Beşar Mistefa li Berlin ê bi rêve dibe, weşîne. Ew jî ev in:
1- Gulyar. Li ser efsaneya kurdî: Sê gul û sê bira.
2- Hespê talanê û hindek kurteçêrokên din.
3- Gilgamêş.
4- Ji efsanyên cîhanî.
5- Welatê hevrîşmê sor, Roman.
– Rostemê Zal û hinde berhemên dî.
        Herweha 2 berhemên din jî bi alîkariya Dr. Ihsan Efrînî li Keneda hatine weşandin, ew jî ev in:
6- Zembîleke stranên Kurdan.
7- Deftera lêkolînan.

Can Kurd bi van berhemên xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemend kir û dilê hezkiriyê zimanê zikmakî şa kir. Li we û me pîroz û evra be. Em destxweşiyê li hevpîşeyê xwe dikim û jêre dibêjin: Bila tu her sax û berhemdar bî, tiliyên te nerizin Bavê Dara.

Elî Cefer    4. 6. 2019

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…