Leyla qasim: dîrokek serbixweye!!

  Narîn omer

Leyla qasim hesen,keçek kurde,xwest ropelên nû derbasî dîroka jinan bi tevayî bike,û ya jina kurd bi taybet,
Bi tiliyên hestên xwe yên miştî coş û hoş.lewra ew ropel gelekî ronîgeş hatin,û ta îro gelî kurd ne gehiştne  raza vê ronahiya pîroz.

Leyla!!hemî gotinokên di mafê jinêde di hatin gotin herifandin,yên digotin:
Ma çi sudeya keçan di jînêde heye?û hemî qîrînên dijwar bê deng kirin:jin kêm ol û kêm hişe.
Ez nizanim  çend pêrtûk an çend pêrtûkxane wê têra gotinên liser te tên gotin bikin??!
Leyla qasim di sala 1953 de jidayikaxwe cudabiye, ligundê/banmîl/ hirêma/xaniqîn/,xwendina xwe di dibistanê xaniqîn de bidomahî kiriye,û sala/1972/de, xwendinaxwe di zankowa bexda de berdewam kirye,sala 1970/de, bûye endamek yê partî dîmuqratî kurdistanî,ji zaroktiyaxweve hestê netewî di nav damarên wêda digera,û di xurtaniya xwede bidest çalakiyên xwe yên giring kir,bitaybet demê hevpeyvînên wê biçend xortên lehing re xurtbîn mîna (cewadê hemawendî, nerîman fuad,hesen heme reşîd,azad qasim ).lewra tirsa ricêma bexda ji wan zêdebê û ataxiya wan kirin ta ew girtin.û bigirtina wê dîrokek nû ji jina kurdre avabû,çimkî wê nêrînên cîhanê ji jinakud û hemî jinan guhertin,çimko wê xwest jinekî serfiraz bi afirîne,û mirovek serbest,ew bivî karê pîroz rabî.
Demê dayika wê û xuşka wê çûn serdaniya wê di zindanêde,ji wan xwest meqesek û kiras û xiftatê kurdî,û diserdniya duwemîn de,rahêşte meqesê û çend biskên xwe kurkirin û diyarî xweşka xwe kirin,û gava pirsa kiras jê kir gote xweşka xwe:
(Xukê: ezê bibim bûka kurdistanê piştî çend rojên dî,û xaka kurdistanê wê pêşwaziyamin bike,lewra ez dixwazim xaka kurdistanê min himbêzî xwe bike û ez bi hemî xeml xêla xweve,evîniyamin ji kurdistanêre bê sînore).
û gote dayîka xwe( ez bûka kurdistanê me,min divê hûn bangbikin min bûka kurdistanê,û demê  laşê min bikihê we liser min negrîn, lêbelê bi dengê bilind bakin:bijî berzanê..bijî partî) .
çaxê hidan liser masa dadgihê serê xwe hilda û sirûda (eyreqîb) got û zordar hişte di mendehoşiyek mezin de demî sekinê liser masî û li zordarê xwe nerî û kenî.
   Di 13/5/1974/leyla bî bûka kirdistanê.
Hezar silav ji canê te û hevalên te yên pakrewanre re leyla.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…