BANGEK JI RONANNIVÎSÊ KURD LALEŞ QASO*

  Li gora min heta ku kurd nebin xwedî SEROKEKî temamê Kurdistanê, kurd wê nikaribin wek miletekî pevgirtî jî tevbigerin, bê seravde û bêyî ku yek li ê din binere teqeze bi hewara hev de bibezin, û di nav dinyayê de mezin bên holê!
  Di Komara Mahabatê de temamê kurdan Qadî Bihemed wek serokê xwe qebûl kiribûn. Îcar piştî ku komar têk çû û Mistefa Barzanî derket holê, vê carê jî kurdan ew wek serokê xwe qebûl kirin. Û pir baş jî kirin. Ji roja roj de dijminên me ên tirk, ereb û faris li himberî me, her tim yek bûn, û hîn jî yek in. Baş e îcar çima em ê nebin yek? Helbet di kar û barên siyasî de mirov pêşî bi a ku karibe bike radibe. Û a ku ez jê dipeyivim jî ev e. Çawa? Wilo:
  Em kurd divê ziyareteke me hebe ku nêr û mê, bi namûs û bênamûs, mêrxas û revokên me, her kes karibe biçe tewafa wê ziyaretê û gilî û gazinên xwe pê bike! Eha Qadî Bihemed û Mistefa Barzanî du serokên wilo bûn ku hema hema temamê kurdan bi serê wan sûnd dixwarin!
  Mirov ji bo ku ji kurdan re bibêje hûn miletek in, sedî sed divê serokekî wî miletî jî hebe. Al, ziman merş û cejname ya niştimanî Newroza me heye. Bi tenê hew serokek ji me re ma ye.
  Îcar pêşniyara min ku temamê rêxistin, ronakbîr û kesayetên kurdan bi haweyekî li hev bicivin, têxin serê hev û Meshûd Barzanî wek SEROKÊ KURDISTANÊ hilbijêrin. Bi vê seroketiya manewî, Barzanî dibe ziyareta miletê kurd!
  Û li aliyê din, rêxistinên me hinekî jî divê politîk li vê mijarê binerin, da bi pejirandina seroketiya Barzanî re doza kurdan tam li hev bigere, destên Barzanî dirêjtir bibin, Barzanî jî karibe wê zir PDKa ku xwedî hêzeke mezin e ji bo temamê Kurdistanê bi kar bîne!
  Wilo bikin! Serokek, yanî ziyareteke me e kurdistanî ku dijî sedî sed divê hebe. Ên her kesî hene, bila ê me jî hebin, da em hemû karibin li wir bigihên hev û bi govenda miletî rabin, ewqas!

Laleş QASO; romannivîsekî Kurde li Stockholmê dimîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em…

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê…

Dr. Mehmûd Ebbas

Ji bo hemû bira û xwişkên hêja,

Ji rêberên Tevgera Kurdî û Kurdistanî, endamên Konferansa Neteweyî ya Kurdî, mêvanên birûmet,

Û ji bo her kesê ku beşdar bû, piştgirî kir û alîkarî da ji bo serkeftina vê bûyera mezin a Kurdistanî.

Bi navê herî…

Beşîr Botanî

Min berê guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî dikir û ez piştrast im ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ji sala 1969-1979’an nêzîkî 25 stiran li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî Tomar kirin…

Sala 1973’an hunermend Mihemmed Şêxo hat serdana me li Balek û Kerkûkê (Îraq), hingê ewî bêhtir stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir…