Parastina zimanê Kurdî her demê dibe “Di rewşa kurdî de, bi parastina ziman maf bidestdikevin, ne bi destxistina mafan ziman tê parastin”

Idrîs Hiso

Piştî du sê rojên din roja ZIMANÊ KURDÎ ye. Ji xwe ez di vê gotarê de behsa çima 15 Gulanê bûye Roja Zimanê Kurdî û çawa bûye nakim.
Lê ez dê behsa rewşa zimanê kurdî û asta guhdanê bi zimanê kurdî bikim.
Bê goman tevî ku zimanê kurdî mîna kurdan bi xwe di rewşek ne tendurst û baş de ye, lê hîna jî zimanê kurdî yek ji zimanên cîhanê ye ku bi milyonan kes wî wek zimanê jiyanê bi hemû deriyên xwe bikartînin.

Zimanê kurdî li bermaberî stemkariyê û hewldanên qirkirin û tinekirinê bi hezarê salan di berxwe de daye, hêjaye ku derfet bo wî were dan da ku di hemû warên jiyanê de bi şêweyê zanistî were pêşxistin û bikaranîn.
Lê wê ev derfeta çawa bê û çawa dê bidestkeve?
Bê goman divê em wê yekê baş bizanibin ku, heger kurd bi xwe û bi xebat û têkoşîn derfetê ji bo zimanê xwe bidest nexin êdî welatên dagîrkerên Kurdsitanê dê ti carî derfetê nedin ku zimanê kurdî pêşbikeve û ber bi stenderbûn û asoyên nûve biçe.
Zimanê kurdî mîna rewşa kurdan ji ber gelek nexweşiyan ve dinale û gazindan dike.
Ji wan û yên ber biçav bi nerîna min ev in:
1-Nebûna elfabeyek yekgirtî ku hemû zaravayên kurdî pê werin nivisandin wek pêngava yekem ber bi zimanekî stander ve bo seranserî Kurdistanê û bo hemû kurdan.
2-Li Başûrê Kurdistanê tevî ku zimanê kurdî zimanê yekemîn û fermî ye, û herwiha kurdî zimanê fermî ye li welatê Iraqê, lê zimanê kurdî mîna du zimanan tê bikaranîn çinku zimanê kurdî stander li Herêma Kurdistanê nîne, ji ber bikaranîna bêhtir ji zaravayekî. Wek em dizanin li parêzgeha Duhokê Badînî û parêzgehên din Soranî tê bikaranîn, ji xwe vê yekê derî li ber nişteciyên hin deveran vekiriye ku daxwaz bikin zaravayê wan jî li deverên wan û bi yasa bibin fermî û bibin zimanê dezgehên hikûmî û zimanê perwerdeyê.
3-Rêkxistin û partiyên kurdî li Rojava û Bakur guhdana pêwîst bi zimanê kurdî nadin, û hemîşe wisa dibêjin: Dema em mafên xwe bidest bixin wê zimanê me jî were parastin?! mirov ji vê yekê matmayî dimîne, çinku berovajî vê nerînê bi raya min bi parastina ziman mirov dikare bêje dê kurd mafên xwe bidestbixin û bi winda kirina ziman êdî hêvî namîne ku kurd mafên xwe bidestbixin.
4-Neguhdana partî û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên rewşnbîr û civakî bi zimanê kurdî hiştiye ku nifşên nû jî rojane dûrî zimanê xwe bikevin.
5-Nebûna ti pilanekê û desteyên pispor di nav rêxistin û partiyên kurdî de ji bo dariştina rêbaz û dariştina çareseriyan ji pirsgirêkên ziman û çanda kurdî re – li Rojavayê Kurdistanê rewş wisa ye, lê zanyariyên min zêde li ser beşên din halêhazir nîne-
Heger mirov kirîza welatê Sûriyê wek nimûne bibe wê binere ku partiyên kurdî ku xwedêgiravî hilgirên pirojeya neteweyî ne heta niha ti pirojeyek wan ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û bi deh hezaran zarokên kurdan ku penaberî Herêma Kurdistanê bûne bi Erebî têne perwerde kirin!!.
6-Li Ewropa tevî welatên Ewropî derfetê didin her miletekî ku bi zimanê dayikê çend seetekî were hînkirin, lê gelek caran kurd ji ber nebûna ti pilan û karname û neguhdana partiyên siyasî û rêxistinên cuda bi zimanê kurdîm zimanê dewleta ku ew jê hatine wek zimanê dayikê hildibijêrên wate, Erebî, Tirkî û Farisî, herwiha ev yek tê kirin ji ber nebûna zimanekî kurdî stander.
7-Lawazbûna berhemên fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî li ser torên entirnêtê, dibe sedem ku kurd nikaribin sûda mezin ji tiknolojiyayê bigirin jibo fêrbûna zimanê xwe.

Tevî van xalên neyînî ku dilêş in, lê mirov dikare bêje ku zimanê kurdî zimanekî zindî ye, li gelek deveran xwendin û perwerde pê tê kirin, lê bê goman zimanê kurdî rastî bi dehan pirsgirêg û astengiyan tê û ji tevayî civata kurdî tê xwestin ku bi zûtirîn dem pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin çinku çareserkirina pirsgirên berdem ziman tê wateya çareserkirina pirsgirên civata kurdî û nêzîkbûn ji azadî û serfiraziyê.
12.05.2019
Malpera Kurdistan24 13.05.2019z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…