Gotinek di 104 Saliya Kumkujiya Armeniyan de û Çîroka Pîrika min

Konê Reş

  Di rojek mîna (24.04.2019)an de, berî 104 salî, komkujiya Armeniyan destpê kir û di encam de melyon û nîvek Armenî ji jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin kuştin, sirgûnkirin û dûrî xaka welatê xwe Armenistanê ketin.. Qehremanên vê qirkirinê hikumeta Osmanî û ev hersê efserên tirk bûn: (Taleet, Anwer û Cemal) bûn. Pîrika min, anku diya bavê min (Osena Nersîsyan: Sara Abdo), jî di nav wan de bû û yek ji Armeniyên wê qirkirinê bû.. Xweş tê bîra min; dema ku wê çîroka kuştin û qirkirina malbata xwe ji me re digot û dibiland.. Û çawa ku berê wê û mirovên wê digel kerwanekî mezin ji Armeniyan dane Helebê û Dêra Zorê û ji wir, ber bi Şedadî û Merged ve rêkirin û ajotin… Digot; ew kerwan ji jin, mêr û zarokan pêk dihat û pirraniya wan bi rêkê de mirin..

Navê pîrika min Osena Nersîsyan bû, lê, navê wê yê nû bibû (Sara Abdo). Li ser ola xwe ma û razî nebû biguherîne. Dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinihirand, kezeba mirov bi nuhirandina strana wê re dişewitî.
 Erê îsal (24.04.2019), tam sed sal 104 sal di ser komkujiya Armeniyan re derbas dibe. Sala 1915an saleke reş bû ji bo Armeniyan. Di vê salê de wek ku tê got, milyon û nîvek Armenî ji warên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê ji Armenistanê û Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuştin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Armenistanê hate birîn..
 Îro, dinya tev dibêje ku komkujiya Armeniyan dewleta Osmaniyan gunehkar û sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî yên dewleta Osmanî ev plan biriye serî..
 Vêca wek wefadarî ji bo vê bîranîna diltezin û ji bo giyanê wê û giyanê tev Armaniyan, min gotarek di vê derbarê de bi zimanê Erebî belav kir, da ku Armeniyen nizanin bi kurdî bixwînin û serwext bin..
 Silav li giyanê tev şehîdên ku di ber azadî û xweşiya welatê xwe de canê xwe ji dest dane.
 Konê Reş,24.04.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em…

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê…

Dr. Mehmûd Ebbas

Ji bo hemû bira û xwişkên hêja,

Ji rêberên Tevgera Kurdî û Kurdistanî, endamên Konferansa Neteweyî ya Kurdî, mêvanên birûmet,

Û ji bo her kesê ku beşdar bû, piştgirî kir û alîkarî da ji bo serkeftina vê bûyera mezin a Kurdistanî.

Bi navê herî…

Beşîr Botanî

Min berê guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî dikir û ez piştrast im ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ji sala 1969-1979’an nêzîkî 25 stiran li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî Tomar kirin…

Sala 1973’an hunermend Mihemmed Şêxo hat serdana me li Balek û Kerkûkê (Îraq), hingê ewî bêhtir stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir…