PARTIYA AZADÎ PIŞTÎ DU SALAN JI BÛNÊ

  Abdullah Îmam *

  Serhildana  Avdara  sala 2004 ê  li Kurdistana  Sûriyê,  bû boneyek  ji bo ku tevgera kurd li Sûriyê  li  xwe vegere  û  fêrên vê serhildanê ji xwe re  bike  bingeh  ji  bo  nûkirina   vê tevgerê, çi di warê rêzanî de, çi di warê avakirina rêkxerawî de, û çi jî di warê xebata meydanî de..
   Ji vir de, du partiyên kurd li xwe vegeriyan, û birêvebirên herduyan li hev kombûn , û biryarek sitandin ku herdu partî (Partiya Çepê kurd, û Partia Hevgirtina gelêrî ya kurd) bibn yek, piştî erêkirina herdu partiyan di kongirên wan yên giştî de. Û ev yekbûna pêkhat di roja 21ê gulana sala 2005ê.
   Ez jî, wek endamekî di salariya partiyekê de ji wan herduyan, bextewerbûm ku min hilgirt avrûya beşdariyê di damezrandina vê yekîtiyê de, û  piştî ku bûm endamekî di salariya partiya nû de, ya ku nav lê bû: Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, dibînim ji erk û mafê min e ku ez lêvegereke nirxandinî li partiya xwe bikim piştî ku du sal ji temenê wê dibin di 21ê Gulana hîsal de.
   Di warê bernameya rêzanî de, Partiya Azadî li kêşeya kurd li sûriyê niherî û dît wek kêşeyek netewî ya gelekî (milletekî) ku li ser xaka xwe ye, û ev xaka ku hîroj beşek e ji stana Sûrî navê wê Kurdistan e.. û ji vê niherînê seretageh hatine danîn.
   Bernameya Partiya Azadî, bi aşkereyî, û bi wêrekî, dibîne ku milletê kurd li Sûriyê – wek her milletekî din li Cîhanê – ji mafê wî ye çareseriya xwe bi xwe bike.
  Ev bername, di nerîna min de dirust e, û hêja ye ku bibe bernameyê tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê.
   Di warê avakirina rêkxerawî de, Partiya Azadî karibû rijêmek hindurî (yaseyek navxweyî) ji xwe re daniya, û tevî gellek têbîniyan di vî warî de, ez dikarim bibêjim ku ev yaseya navxweyî bi naveroka xwe ya giştî dikare bibe bingehekî teyorî ji bo avakirina komîteyên rêkxistinê, û kêşandina bingehên têkeliyan di navbêna wan de û di navbêna endamên partiyê de bi gelemperî.
   Lê tiştê herî balkêş  di vî warî de ew e ku Partiya Azadî dikaribû di zikê salekê de kongirê xwe yê damezrandinî pêkbîne, û bername û yaseya navxweyî biçespîne, û bi hilbijartineke pak û zelal sekreterekî û komîteyeke siyasî jî di wî kongirê giştî de bi nav bike. Û piştî wê bi rojan, vê partiyê dikaribû konfiransên şaxan û kongirên deveran damezirîne û hemî komîteyên rêxistinê hilbijêre, ew hilbijartinên ku di piraniya rewşên xwe de pak û durist bûn.
   Ma di warê xebata meydanî de, û bi kurtî ez dikarim bibêjim ku Partiya Azadî li serhildana Avdarê niherî wek qezencekê û derbasbûneke mejûyî (dîrokî), û xwezt li ser vê encamê avabike. Û ji vir de AZADÎ destpêkir bi xwepêşandana pêncê cehzeranê (2005) piştî 15 rojan ji bûnê, û ev çalakiya mezin bi hemî wateyên xwe, wek xaleke bell û berz  di rûpela xebata vê partiyê de cihê xwe girt. Ji bilî vê yekê jî AZADÎ ji çalakiyan û xebatê xwe bipaşde nedaye, û yê ku xebata vê partiyê dişopîne dikare gellek mînak di vî warî de bihîne zimanî.
   Ji haliyekî din de, Partiya Azadî, û bi taybetî piştî «Agahiya Dîmeşq» ê, û heya roja hîroj, dixebite ji bo kombûna bizava siyasî ya kurd û lihevkirina rêxistinên siyasî yên kurd li ser niherîneke hevbeş di warê çareserkirina kêşeya netewî ya kurd de li Sûriyê wek kêşeya milletekî ku li ser xaka xwe ye. Û evê xebata han, piştî gellek pirsgirêkan, gihêjtiye encamine baş e, û hêvî ew e ku ev «niherîna hevbeş» piştî pêkwere, bibe bingehê damezrandina lêvegerekê ji bizava rêzanî ya kurd re li Kurdistana Sûriyê.

——————————

   baveroni@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…