Ala ya Kurdistanê di çalakiyên kurdên Rojava de

 Idrîs Hiso  
“Bê vê wêneyê ev gotar nayê xwendin”
“Hûn bi qedrê xwedê bikin ma mirov alayê wisa radigre?!”

Ev wêneya ku we dît li kampa Gewregoskê, di çalakiya Roja Cîhanî ya Jinê de(2019) hatiye kişandin û li ser rûpla Fêsbûkê ya bi navê Kewregosk Wêne û Çîrok hatiye belav kirin, li gorî hatiye nivisandin jî wênegirê vê wêneyê hevkarê min Raid Mihemed e, ji xwe nimûneyên wisa gelek hebne, lê ji wan nimûneyan min ev wêne hilbijart, berî ez derbarê vê wêneyê binvîsim, ez dê destxweşiyê li hevkarê xwe Raid bikim ku agahiya min ji wî heye ew çend karên bi nirx û giranbuha ji bo xelkên xwe dike, xortên wek Raid hemîşe cihê rêzgirtin û şanaziya mirov û gelê xwe ne, lê bi rêka vê wêneyê re ez dê behsa diyardeyekê bikim, belkî piştî vê nivîsê ev diyarde ji aliyên pêwendîdaran were pûçkirin û tine kirin.

Di vê wêneyê de tiştê balkêş ew e, cihê ragirtina Ala ya Kurdistanê ye.
Li gorî nerîtî û etîkêtên civakî, diplomasî û niştimanî Ala li cihê herî berz tê ragirtin û hildan.
Ala simbola miletekî ye, heger mirovek li welatekî bêrêziyekê li ala ya welatekî din bike dibe ku kêşeyek diplomasî di navbera herdu welatan de çêbibe. Heger mirovek derheqê ala ya welatekî axaftinek nexweş bike, dibe şer û pevçûn biqewimin.
Ji aliyekî din ve dema hejmarek xelk nerazîbûna xwe derbarê riftarê welatekî din diyarbikin, ala ya wî welatî didin şewitandin, ji ber ala simbola rûmet û serweriya welatan e.
Berî çend salan dema çend ajewegêrekî li Kerbela Ala ya Kurdistanê danîn ser şeqamê û bi piyan û turimbêlan di ser re çûn û hatin, beramberî wê xortên Kurdistanê jî Alayek Iraqî şewitandin bû kêşeyek dîplomasî di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de.
Bi her halî ez dixwazim bêjim ku Ala li cem miletan bi qedir û qîmete û simbola hebûn û serfiraziya wan e, lewma her demê û li her welatekî Ala li berztirîn cih tê ragirtin, wate nabe ku mirovek di ser ala yê re be, hemû mirov di bin sêbera ala ya welat de çalakiyên xwe, karên xwe dikin û dijîn.
Ala simbola şiko û serberziya milet e, ji bo ev ala berz û bilind bimîne golên xwînê çêbûne û rûbarên rundikên dayikên şehîdan rjiyane. Bi kiryarên çend serkirdeyên nezan û nebîrwer şikoya ala kurdistnaê neşkînin.
Ez bi hêvîme ku careke din wêneyên bi vî şêweyî di çalakî û boneyên kurdên Rojava de neyên dîtin, ji xwe berpirsên çalakiyan divê agahdarî vê mijarê bin, çinku ev mijarek yasayî ye jî, dibe ku rojekê welatiyek doseyek yasayî li ser wan kesan tomarbike?!
Têbînî: lînka xwarê bitikîne wê wêne li ser tora entirnêtê derkeve
https://www.facebook.com/574804439550859/photos/pcb.774218172942817/774217539609547/?type=3&theater
Gewîlan 10.03.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…