Bîranînên Zînê bîranînên miletekî şeydayê azadiyê

 Idrîs Hiso

Roja 23.02.2019an li Bingeha Laleş a Rweşenbîrî û Civakî rewresmên taybet bi imzekirna pirtûka Şeva Zînê Revî Bîranînên Jinek Êzidî ji Koço ya nivîskar û lêkolînerê hêja Xalid Tahlo bi amadebûna hejmarek mezin ji kurdên êzidî, kesayetiyên civakî, nivîskar, lêkolîner û dezgehên ragihandinê birêveçû.
Xalid Tahlo ku bi karekî pîroz û mezin derbarê dêkomêntkirina tawanên DAIŞê li dijî êzidiyan û li dijî jinên kurdên êzidî bitaybet dike, ew dixwaze bîranîna me zindî bimîne dixwaze nifşên nû, neviyên me, em, hemî kurd û hemî cîhan van tawanên cînosayda bi serê kurdên êzidî hatiye bizanin û jibîrnekin.

Rojnama Kurdistan li wir bû û xwest derbrê vê çalakiyê û derbarê girîngiya vî karî û tawanên ku bi serê kurdên êzidî ve hatiye deng bighîne xwênerên beşê kurdî
Xalid Tehlo ji Kurdistan re got: “Ji roja kareseta 03.08.2014 ve bêhtir ji heft hezar keç, kur, mêr û pîremêrên êzidî ji aliyê çekdarên terorîstên DAIŞê ve hatin revandin, heta niha jî bêhtir ji sê hezar êzidî dîl di destê DAIŞê de mane, min bi pêwîst zanî ku ez çîroka dîlên destê DAIŞê de binvîsim. Zînê yek ji wan keçên êzidî ye ku ji destê terorîstan hatiye azadkirin.
Bêhtir ji sê saln girtî maye, mîna kole hatiye bikaranîn û mamele ligel wê hatiye kirin, ji 03.08.2014 haet 19.02.2018 Zînê ligel kurê xwe gihşte ew çend neferên ku ji malbata wê sax mabûn, ji ber heta niha hejmarek ji endamên malbata wê winda ne û çarenivîsa wan nediyare.”
Herwiha got: “Merema min ji van pirtûkan ku ez van kiryarên hovane yên DAIŞê û cînosayda ku bi serê êzidiyan ve hatiye dêkomênt bikim da ku nifşên dahatî û hemû cîhan fermana 74 an ku bi serê me êzidiyan ve hatiye ji bîr nekin û ji bo êzidiyan çarenivîsekê bibînin.”
Ji aliyekî din ve Xalid amaje bi xaleke girîng kir û got: “Piştî rizgarkirina van keç û zarokan ji destê DAIŞê çîrokên wan bidawî nabin û ew rastî gelek zehmetiyan tên, çinku hêşte jî êzidî di kampan de û di rewşeke gelek xirab de dijîn, çi li welat, çi welatên cîhanê, êzidî li cîhanê belav dibin li Tirkiyê, Yonanistan, Ewropa û heta bi Ustiralya jî bêyî ku pirsgirêka wan were çareserkirin li ser axa bav û kalên wan.”
Derbarê rewşa Şingal û deverên Êzdîxanê got: “Em spasya her hêzekê dikin ku alîkariya êzidiyan kir di şerê li dijî DAIŞê de, lê bila êzidiyan bi agirê bazarên siyasî neşewitînin, bila êzidî nebin êzingê agirê şerê berjewendiyên hêzên cuda, êdî bese em dixwazin li malên xwe vegerin.”
Ji Aliyê xwe ve Zêna Ismaîl Xwedêda got: “Min çîroka xwe di vê pirtûkê de belav kir, ji ber ev ne çîroka min bi tenê yê, ev çîroka miletekî ye, çîroka oleke resen û keltûreke dêrîne ku rastî cînosayidê tê û hatiye, divê hemû kiryar û tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzidî werin tomar û dêkomêntkirin da ku neyên jibîrkirin, divê kurê min Acan û hemû lawên Kurdistan û cîhanê van çîrokan bizanibin, tiştê bi serê me hatiye ne tiştekî biçûke, em rastî cînosayidê û bazirganiya bi mirovan hatine.”
Rojnamevan Nûsrî Şingalî derbarê karên mamoste Xalid Tahlo got: “Mamoste Xalid karekî pîroz dike, berî niha çîroka xweha xwe Leya ku ew jî di destê DAIŞê de dîl mabû û piştre rizgarbû nivsîbû, dêkomêntkirina tawanên DAIŞê lidjî êzidiyan gelekî girînge, divê nifşên dahatî van tawanan jibîr nekin û bîranaîna me derbarê van tawanên cînosaydê zindî bimîne.”
Herwiha got: “Em ji wan mirovên ku heta niha di destê DAIŞê de mane dibêjin, bê hêvî nebin, em li vir kar dikin ku hûn rizgar bibin û vegerin welatê xwe û îradeya me êzidiyan ji hovîtiya wan xurtire û em dê we bi gulan pêşwazî bikin, guh nedin gotinên pûç û hinek dibêjin êzidî keçên ku rastî tawanên DAIŞê hatine di nav xwe de qebûl nakin, ew rûmeta me ne.”
Leyla Tahlo ku çîroka wê jî ji aliyê birayê wê Xalid Tahlo di pirtûka bi sernavê LEYLA Û ŞEVÊN BI AZAR ve hatiye dêkomêntkirin got: “Birayê min Xalid berî niha çîroka min û çîrokên hejmarek kesên din ji malbata me ku ji destê DAIŞê rizgarbûne nivîsiye, ev pirtûk gelekî girîngin, divê çîrokên me neyên jibîr kirin, em dê nikaribin venegerin jiyana xwe ya normal heta ku yek zarokê me di dest DAIŞê de mabe.”
Herwiha got: “Jina êzidî azad û serbest e, hovîtiya DAIŞê wê nikaribe îradeya wê bişkîne, tevî hovîtiya DAIŞê û hin cîranên me ku me digot em kirîvê hevûdinin lê mixabin ne wisa derket, em dê bijîn û bi azadî.”
Rewresim bi imzekirina pirtûkê ji aliyê nivskar û belavbûna li ser amdebûyan bidawî bû.
Duhok 23.02.2019     

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…