Stûnek ji stûnên navend yê Kon ê huner ê kurdî ( Mihmed Şêxo ).

 Nizar Yosif

Mihmed Şêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewşa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve, dest bi reşandina bihndan a afirandinan kir, bi şîrovekirina kul û êşên gelê xwe ve mijûl bû. Hunermed ê guhêz ter, zû bi zayîna wan nexweşiyan serwext bû, dît hemî ji maka birîndar û xopan û talan bûyî der tên, jêdera van pirsgirêkan, ji wêraniya welatê wî kurdistanê ne. Hunermend ê hêja birh da vî beşê giring ji jiyan a herduyan ( Gel û Welat ) û bi hemî hêza xwe, û bihtirî taqeta xwe, di ber de pêkolîn û bizav xerc kirin.

Peyam a xwe naskir, weko hunermendek bi peyan, xwe dît berpirsyar di ber doza gelê xwe de. Dev ji mal û sermeyanên dinyê, û xweşî û pêketên dilan berda, hemî heyîn û afirandinên xwe, kirin weko  pirek ya qurbaniyê, da ku bar û piştiyên derd û kulan, û bindestiyê bi ser re derbas bike, û bi şêwazên hunerî rengîn bigihêne guhên bargiranan û dil û hişên wan pê bi nermijîne. Mihmed Şêxo bû stûnek yê navend di bin konê huner ê kurdî de.   
Cudabûna wî, ji gelek hunermendên wê serdemê ev yeke bû, kesayetiya xwe ya hunerî, di derbirîna huner ê netewî de birî, û kire bin wî barî de. Awaz û gotinên hilbijartî, yên ku pê bi kare, evî erkî hilbide û guhdaran têxe bin bandora xwe, bi hev re berên xwe ji dozê ne guherin, û pê re bijîn.
Bi bîr û baweriyan, bi qera´et û dengê xwe yê qebe, tijî hest, şiya di bihîstin ên xelkê xwe de, di nava nifşên nûjen de jî, cihek taybet û xweser, ji xwe re veqetîne û bigire, bûye weko sazimanek yan jî nûnerek ye vê hunerê.  Bi şêwaz û keda wî ya taybet, û bi alîkariya gelek helbestvan û hunermendên wê serdemê, bi şarezayî ji xwe re steilek xweser hilbijart û veqetand û şopand. M.Şêxo bûye dibistanek yê huner ê netewî, hemî gav û çaxan de mirov bi berhemên wî di nermije, û birînan di kewîne.
Zehmetkêşiyên di lorandin û harmoniyên wî de, û di meqaman de, hostayek jêhatiye, di lihevsuwarkirin û avakirina tevna hunerî de. Em di karin bêjin, bûye weke şêwekarekî ji vê demê re, jiyana karwanên koçberan, weke tablûyekî li ber çavan datîne, pê re giriyan dike. Piştî van çend kambaxên li rista kambaxiyên bi serên gelê me de hatin, û tên, û bihtir bûyîn, belavbûna xelkê li hawîrdorê cîhanê, bêrîkirin û hizreta welêt û mal û milkên wan, warê bîranîn û bûyeran, pêdiviya koçberan bihtir bi vî dengî û vî şêwazên stiranan heye. Bihtir janên birînên xelkê li xerîbiyê pê derman dibin, ji aliyekî şûncihên bab û babpîran li bîra wan tîne, ji rexek din ve hestên xemgîniyê û kiraran, bi dilovanî ser wan de ber dide.
Belê xwedanê huner ê saxlem û nemir bab ê Felek.   

 
Ev wêne min di sal 2003ê de çêkir ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…