Serkirdeyên poz bilind û nezan

Mehmûd Biro

Wek herkes dizanê ku Partiyên me hemû bi yek mêtodê hatine avkirin. Her weha  prînsîp û yasayên revebirina kar bi giştî Liser sîstêmên kevnin. Jiber kû herêma mejî dibin bandora sovyêta berê de demeke gelek dirêj mabû, lewmajî sistêmê hundirî yê partiyan liser binagiha stalînismê û şêwazê diktatôrî ve diçê. Rêberê partîyê fermana her tişî jiba wîye. Sikretêre, serokê komîta diplomasîye, berpirsê mewdanîy, berpirsê têkiliyê derveye, serokê kongir û konferansa ye, serokê ragihandinê ye, xelkê ji partîyê tavêjê diriya zirtikên xwere, sizayên ne yasayî û ne rêxistinî biwan derdixê û, kes jêre nabêjê wist. Lewma jî her kes razîbûna wî dixwazê. Ev bixwejî kerseteke mezine.

Li dora xwe kesên gêj û nezan û newêrek û tirşikçî kom dikê, jibo berdewamiya desthilatdariya xwe. Kesên pispor û zana û wêrek û kurdperwer dûr dikê jibo ku biazadiya xwe liv û tevgera xwe bikê. Rêberên wisa biryara siyasî jî monopol dikin û destên xwe dideynin liser hemû xelekên desthilatê di nava partîyê de. Ev rêberê siyasî hertiştî dizanin, zîrekin jibo Qapûta bikirin û lixwe bikin û bêjin em qiyadî ne, lê tenê siyasetê nizanin. Ev bixwejî pirgirêkeke pir mezine.
Ne heyran gelê xwene, tenha heyrana xwe û zilamên xwe û malbata xwe û bercewenda xwe ne. Nakokiyan durist dikin, fitnê û gelacîyê dinava partîyê de xwirt dikin, da ku endamên wan binav hevdû bikevin û doza xwe ya serekî jibîrbikin.
Jialîkî din ve her biryarekê didin ji Aristo zêdetir lê difikirin,Qirka wan ji ya Zerafê dirêjtir dibê, jibo ku 100/100 zanibin gelo wê liser kesayetiya wan metirsîyê durist bikê yan na. Heya wan ji milet tune, milet talan dibê mala wî wêran dibê, tê revandin, tê kuştin, nan tune bixwê, av tune vexwê, namûs û kerameta wî binpê dibê, welat dubare dagîr bibê, ev hemû nexema jiwanre. Tenê berîka wan dagirtî dolarbê û jixwere li geryan û seyran bin û zikê wan têr be û zarokên wan lizankoyan bin, û zarokên feqîr û hejaran lisengeran bin.  Ev şêwazê kar yek ji xirabtirîn  Nimûneyê fesada siyasî ye di rêberayetiyê de, wek nexweşiya penceşêre di canê mirovan de ta wan dikujê.
Rêberên wisa kesan jixwere bipera dikirin jibo berevaniyê diber wande bikin li medyayê, li kolanan û simînaran.  Di behweriya min de pêwistiya me bi aqilekî nû heye, jiber ku aqilê ku ev pirsgirêk durist kirîye nikarê û naxwazê çareserîyê peyda bikê. Êdî bese divê kû herkes vê rastîyê bipecirênê û serî hildê beramberî diktatorên siyasî. Di siyasetê de dibêjin ku te pirsgirêk naskir divê tu çaresriya wêjî peyda bike.
Nifşekî taze ji keç û xortên pispor û hişmend û xwedan zanist û wêrek ji siyasetmedar û yasanas û civaknas û abûrnas û diplomatkaran dikarê dermanê vê nexweşîyê be. Her yek ligor teybetmendiya karê xwe kar bikê liser bingiha NAN BIDE NANBIRÊJ, BERE NÊVÎ BIŞEWTÎNÊ.
Oslo 06.02.2019 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…