
Idrîs Hiso
Roja 08.02.2019 di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê simînarek wêjeyî bi navnîşana Nihênîkirina wateyan di helbesta erebî ya nûjen de, simînar ku ji aliyê nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amade kirin û hejmarek nivîskar, rojnamevan û helbest van li simînarê amade bûn hewiha hejmarek ji xwêner û kesayetiyên civakî jî amade bûn hat pêşkêşkirin.
Helbestvan Menaf Mihemed ji Kurdistan re axifî: Tiştê herî baş di vê simînarê de ew e ku ji aliyê kesekî pispor tê pêşpêkirin, ji xwe aliyê din ew e ku her kes û her rexnevan ceger nake ku berhemên navên mîna Selîm Berekat bîne ber rexnê, herwiha ev sîminar aliyekî ji helbestên Selîm Berekat ku girêdayî asta wate û nameyê di helbestên wî de ye, lewma ev yek jî girîngiyê dide vê simînarê.
Nivîskar Celal Ebdullah ji aliyê xwe ve got: Ev şevbuhêrkek wêjeyî xweşbû, mamoste Xalid Cemîl bi şêweyekî zanistî û akadîmîk aliyek û hejmarek ji berhemên Selîm Berketa rexnekirin û tiştekî xweşbû. Min berhemên Selîm Berekat di warê romanê de xwendine û ew nivîskarekî mezin e, lê helbet ev yek nayê wateya ku rexnevan berhemên wî nede ber rexneyê, çinku gelek caran rexnevan ji bilî tiştên erênî li ser nivîskarên navdar nabêjin, tevî ku dibe aliyên nêgatîv û lawazbûn jî di berhemên wan de hebin, û ev yek ji mamoste xalid re tê hesab, ku ceger kir û berhemên nivîskarekî mîna S. Berekat da ber rexnê.
Di dawiya simînarê de û piştî ku hejmarek ji kesên amade hin pirs û pêşniyarên xwe gotin. Xalid Cemîl tekezî li wê yekê kir ku, rexne li berhemên Selîm Berekat ji aliyê naveroka çend helbestên wî ji aliyê asta wateyê nayê wê wateyê ku Selîm Berekat ne nivîskarekî mezin e û xwedan berhemekî zor e, lê her berhemekî wêjeyî divê têkeve ber rexneyê û aliyên lawaz û hêzbûna van berheman werin diyar kirin.
Hewlêr 08.02.2019z







Şîrove (0)