Romana «Bêhnekê bidin miriyan» yekemîn karê helbestvan û romannivîsê kurd Mamo Kader e

Samya lawand

Nivîskarên kurd salane berhemên xwe belavdikin, bi şêweyekî berdewam li ser hemû cureyên jiyanê û bi hemû rengên wêjeyê wek çîrokên kin, helbest û roman, û yek ji nivîserên ku afrandin di warê nivîsîna romanê de kir nivîser Mamo Kader e.

Nivîskar û romannivîsê kurd Mamo Qader pirtûkeke nû amade kir bi navê “Bêhnekê bidin miriyan” di vê romanê de sê beşên sereke û 146 rûpel hene, û bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn.

Di derbarê vê Romanê de nivîser di daxuyanîyekî de ji bo “Kurdistan” dibêje: “Xwe di avêje paşila jineke bêkes ku di jiyana xwe de li tûşî gelek astengiyan dihêt û bi şêweyeke hovane ne tenê ji aliyê desthiladariyê ve dihêt êşandin lê her weha ji aliyê civakê ve jî”.

Her weha Kader berdewam dike: “Ew jina ku bi gotinên xwe yên kelûgirî destê xwe dirêje hevsarê çîroka ziwariya lê bûyî dike û wê ber bi xwendevanan ve ço dike”.

Nivîser di Romanê de xwe bi mijarekî tenê ve girênede, bi gelek mijaran ve xwe mijûl dike û wan tev ra dike, wek “Destdirêjiyên seksî, femenîzm, kujtin, siyaset, xizanî, heyf-hilanîna xwînê, desthilatdariya nêraniya li ser civakê û zordariya li dijî Jinan dihêt bikarhanîn û binpêkirina mafên mirovan, ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve lê her weha ji aliyê civak û nas û dostan ve jî”.

Roman her di wî warî de rêya xwe digire û gelek mijarên din dihîne holê, ewên ku ta vê radeyê roleke xwe ya mezin di paşvemayîna gelek civakan de heye.

Nivîser Mamo Kader di dawiya axavtinên xwe de dibêje: ”Ez bi hêviya wê yekê me ku ez di rêya romana xwe re, bikaribim sûdekê li kultûr û civaka kurdî bikim û bala gelek kesan bikişînim ser hebûna mafê her endamekê/î vê cîhanê bo azad û bi rengê ew dixwaze bijî” .

Tê zanîn ku Mamo Kader li bajarê Kobanî ji dayik bûye, û ew derçûyê zimanê English e, û yek ji endamên rojnameya guhertin a bi kurdî, erebî û îngilîzî dipeyve, û ev pirtûk dibe karê wî yê yekem di warê wêjeyê de bi giştî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…