Helbest u pexşan

Tu zanê

Bavê Zozanê

Tu zanê
dema ku helbestên kenê te
di ser ezmanê dilê min de
dibûrin
wê çaxê
bihara hestê min
tije rist û awaz û hevok dibin.

Tu zanê
dema ku romana evîna te
bi dizî  di ruhniya çavên min de
di pişkive
wê çaxê
bexçê razên min
mişt teyrê Ebabîl û Kevok dibin.

Tu zanê
dema ku bihna xwîdana te
mîna ava kewserê
di nêv best û geliyê
xewnên minde diherike
wê çaxê
xem û derd ê min
pêkve şerm û revok dibin

Tu zanê
dema ku sîka awrên te
bê hemd
tevlî  qemûşkên evîna min
pistepistê dike
wê çaxê
sebaxa gundê min
tije şoqil û nok dibin.

Tu zanê
dema ku
payîza bejn û bala tey
xilû xavî
pelên xwey zêrîn
di ser kaniya evîna min de
di weşîne
wê çaxê
şevê minî tarî
hemî ji şerme rok dibin

Tu zanê
dema ku
lavlavên tey
ber bangê
tevlî reşa penaberiya
xewa minî bizdok
dibe
wê çaxê
gazinên minî  behetî
bê pî û dest
û çok dibin

Tu zanê
dema ku
28 birîn bi hevre
li zingilê dilê min dixin
wê çaxê
li kafirstana kezeba
çolê
li wê mesîla biçûk
li ser lêvên çem
li şûna piyên te
hest ,şûnwar
û şaristanî
di zîvirin
girover û gok dibin.

Tu zanê
dema ku
çira teya kesk
nivê şevê
  bi dizî ji piştve
destê min digre
reqs û semay dike
wê çaxê
dîlan diçirise
dikene
di axive
dil û hinav yekser bi hev re
sazû kok dibin

Bavê Zozanê 31.10.2018
Essen

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…