Serxweşî û sersaxiya nivîskar û rojnemevanê hêja Siyamend Ibrahîm.

Bavê Zozanê

roja 23.12 .2018 li komela Hêlîn li bajarê Essen ê welatê Almaniye û bi alîkariya malbata xwedê jê xweş Siyamend Brahîm

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûriye û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi erkê ser saxiya nemir Siyamend rabûn.

Li dora katjimêr14 komîta amedekar Elwan Şivan û Bavê Zozanê wisa jî Hejar Botanî dest bi vekirna ser saxiyê kirin ku pêşî wek xulekê bê deng û di bin siya ala kurdî de Rewşenbîr û siyasetmedar û hemî beşdar û mîvanên hêja û qeşeng li ser giyanê nemir û hemî pakrewanên kurdistanê rawistiyan.

Ûwek urf û adetên dinyayê Elwan Şivan sersaxiya malbatê kir û got ku bere serê malbatê û yê hemî xwedî, nas û mirov wisa jî dost û hevalên wî saxbin, xwedê û pêxember jê xweşbin ,cihê wî bihişta rengîn be,wisa bi helbesteka xwey hest tenik jî li ser nemir em xemgîn kirin.

piştre bi rengekî  fermî komîtê dest bi pirogirama xwe kir .

Di serîde mamosta Cemîl Brahîm gotina herdû yekîtiyan xwend baş li ser rola nivîskar û rewşenbîran sekinî her wisa pirsa herî balkêş zelal kir  ka gelo çima  li ser miriyê xwe hîn ku saxin em xwedî dernakevin?

piştre Bavê Zozanê jî kurte jiyana Siyamend bi hesanî da xuyanîkirin ku jiyana wî tev penaberî bû çi li welat û çi li dervî welêt lê da zanîn ku Siyamend tevahiya jiyana xwe di warê ziman û alfêbey kûrdî de  û wisa jî di warê wêja û rojnemavaniyê de qedand.

Ji pirtûkên Siyamend:1- Alfa bêya kurdî du parçe2-Hevpeyvîn bi hunermend Şivan Perwer e.3-Def ji kêre lê dixin.4-Kovara Aso bi Hefîz Ebdulrehman û Selam Darî re.

Erê Siyamend belengaz bû ji layê mewdanîve lê berz û bilind û zengîn bû ji layê nivîsandin û helwest û wêrek û hezkirina welat ve.

Gotinên beşdaran hemî jî  di vî warî debû ser kar û barê xwedê jê xweş û xisalên wî bû wisa jî pirsa serek a hevbeş ew bû ku çima em miriyê xwe zindî dikin û zindiyê xwe em dimrênin..

Yên beşdar ev bûn hêvîme ku ez kesî ji bîr nekim.

Gotina malbatê xuşka Siyamend Şehnaz Brahim xwend wisa jî hevjîna wî Wenda Şêxo û paşî heval û dostan dest pêkir: Sebrî Resûl.Ehmed Kûsa.Rêzan Şêxmûs.Hevîz Rihman.Gûman Husên.Sedîq Şernexî.Sma`îl Brahîm.Şepal Brahîm.Lewend Husên.Selah derwîş.Siyamend Mîrzo.Kamîran hac Ebdo.

dawî helbestvan Hejar Botanî bi gotinek şêrîn û hestekî bilind û bi qewêtiyek balkêş ser saxî tewa kir,got gava ez mirim laşê min bi alê ne xemlînin çiko cihê ala rengîn bala ye esîmane ,got jî kû endamê laşê min jî bidin nexweşxanê bo xelkên hewcedar(ew zanê ku tiştekî saxlem tê de nemaye lome wisa dibêje).

hêja ye gotinêye ku mêvanên me bi seda bûn renge reng bûn şandek ji encûmena niştimanî a kurdî bû ,serokê partiyan bûn,endamên nivîsgeha siyasîbûn,çalakvan bûn, rojnemegerbûn ..

Birûskên ku gihiştin destê me jî , hatine xwendin ku tevan sersaxî ji malbata nemir e di xwestin wisa jî yek rêziya Kurdan erê dikirin,ji wan PYKS şaxê Europ e.Nivîskar Miş`el Osman .Nivîskar Besam Mistefa..

Hola Hêlîn jî bi ala rengîn û wêneyê nemir û her wiha jî bi logoyên herdû yekîtiyan hatibû xemlandin, ku hêvîme nêzîk ne dûr herdû yekîtî bibne yek,yekîtiya xwe zû li  dar bixin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…