Bangek ji Konê Reş

Konê Reş
 
  Ezbenî! Ji ber ku min li gor hêza xwe, baş kar û xebat di ber kultura xwe ya kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re bînim ziman:
Belê ezbenî! Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotina kurdî ya devikî dewlimend heye. Dewlimendiya wê li akinciyên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Aşîtan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî..
  Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, deşta Bişêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li wan zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe ya devikî, bi xwe re aniye û li zargotina wan zêde kiriye. Di encam de Rojava bûye gencîneyek zor dewlimend ji zargotina kurdî re.
  Wek ku diyar e, sal  bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ew zargotin di tûrikê wan de parastiye, bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê erebî û teknelojiya nû de dûrî edebiyata kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom dibe û kesayetiya mirovê kurd pê tê naskirin.. Roja îro, tiştê ku jê maye bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin.. Di vê derbarê de nivîskarê Berazîlî Jorge Amado (1912-2001) gotiye: Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re tê şewitandin..
Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyatê ji tûrikên wan kalemêr û pîrejinan nekin, em ê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî culture xwe de dikin û dawî di kesayetiya xwe a Kurdî dikin de..
  Roja îro, tev derfetên danheva zargotina me erênî ne; tirsa berê nema ye, ziman serbest e, pereyên rêxistinan heye û xortên jîr û zane peyda dibin.
  Lê cihê daxê ye ku roja îro dor 30 rêxistin û saziyên siyasî, 15 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamişlo hene, yekê ji wan di warê praktîk de danhev û komkirina zargotina me ji xwe re nekiriye kar û bar..! Tev di diyaloga ku, hêk ji mirşîkê ye an mirîşk ji hêkê ye, serî li hev gêj dikin..! Û xala herî giring ji hebûna me re, di ser guhan re tê avêtin..
  Wek bang, bi hêvî me berpirsyarên me serwextî vê yekê bin û di kurtirîn dem de li ser bisekinin. Dem rehmê nake.. Û da ku nifşê ayinde gazinan ji me nekin. Ezbenî! Va min ya xwe got..

Konê Reş/ Qamişlo, 15.11.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…