KESERÊN LAL

Xizan Șîlan

ez
êşa birînên qalik girtî
bi keservedanên xeniqî
vedibêjim
qêrînên serhildêr
di hinavên min de hatine
veşartin

teşqeleyên demên fesad
bi pêjna dilê perpitî
dişopînim
bi çavên kor dibînim
bi guhên ker dibihîzim
bi pênûsa westiyayî
dinivisînim
û bi zimanê lalûte
şirove dikim
ji ber feryada dayikên Șengalê
parsûya asîman qelişî
can şewitîn
mal wêran bûn
bedenên mesûm
di gola xwînê de gevizîn
hestiyê pişta xeyalên şêrîn
şikestin
stêrkên şevên sayî xeyîdîn
sînorên axa welatê rojê rondik
barandin
ji dara hesretê pel bi pel
temen diweşe
li ser lêvên evîndaran
xunava ramûsanan
cemidî
bêdengî
di bin siya tenêmanê de
dinale
helbest xwîn vedirişe
karxezalan cîhwarên xwe
terikandin
giyan
li nav tirsa hestên xerîb
vediciniqe
dîwarê sebira salên dilgeş
hilweşiya
ji eniya qederê
kul û kederên bêderman
dipalin
ez bûm penaberê çolbeyarên
bi mij û dûman
li berbangan
dengê wîçewîça çûkên şên û şeng
hatin birîn
wateya peyvan
di gewriya ferhengan de
fetisî
qedir û qîmet
li ber toza dêleguran
berba bûn
tîreke bi jan
ket movikên stûyê silavên germ   
mirineke bêbext û bêwext
rayên qirika min
diguvişe
Yezdanên dilovan
di hêrsa xwe de serî hildan
ez ê
li rojeke bêhnteng
mîna volkanan biteqim
û çirûskên pêta agir bipijiqînim

Xizan Șîlan
2018-10-22
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...