Bê sernav

Mahmod Oso

Sernavên welat tev guhartin.
Dijmin lê man, em jî derketin.

Hin kuştin,û hin jî çûne dor
Revîn ji êşkence,zilm û zor

Ji ber me berda tîkoşîna gel
Rêber dest nekir ji perên pel

Moral şikestîn,serî kurda
Ji bor kursiya zêr -lê bima

Dijmin kirin nav bajar û gund
Li warê me xwend pepûk û kund

Ji bo bes bimîne sikreter
Lê nirxa wî maye,nirxa ker

Sînga xorta dane ber tiving
Ewna revîne mîna çar ling

Li kampa em bûne penaber
Di av û deryaya hatin der

Serekên me bi navê milet
Radizîn li hotêlên cinet

Perîşan mane bê mal û war
Tazî û birçî li ber dîwar

Lawên te tev mane şerpezer
Ji hev cuda bûne birader

Nemaye li jîna me serbest
Doza welat tev maye bindest

Di va serdemê de mane gêj
Kurdû bisoje rêça qirêj.

Fêrbibe dîroka bi dilsoz
Dê were rabe wekî bahoz

Yek cara rake şûrê rustem
Dûvê dijmin jêke li herdem

Wek bûka rûne ser mala xwe
Welat bernede ji destê xwe

Dest bedre ji qelsî û firtok
Namîne van nûker û cahşok

Dilîzin bi te wek şetranc
Dijmin maye ser pişta kurmanc

Bûn du rêz wek kevirê nerdî
Bi ceng û şerê dijî hevdî

Yek bûye bo dijmin rêçber
Ya din jî ji welat hate der

Gel daxistin ber aşê xwînê
Kes nema azadiyê bînê

Di nav teda çandin nefret
Me kir karê dijmin bê bext

Dilê zarokan kirin dilsoj
Nema ye dilşad li pêşeroj

Li roj ava tu mayî bê deng
Sîper wê werê bi şer û ceng

Wekî birûska qîr û hawar
Sernavên dijmin bike ar

Rabe serxwe ey Lawên kurda
Dîroka xwe dîne wek merda

Wekî min,Sîper bike xebat
Ji ban hatim rêzgarê welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…