Efrîn Di berhemvanîya efrînîyan de

Di bin sernavê li jor hatî de „Belavgeha Hogir – Hogir Verlag“  li Bonnê dixwaze berevokeke helbebestvanî, paxişanîya hunerî ji berhemên helbestvan, paxişanvan, hunermend û ji derbirînên mirovên êşdîtî ji roja dagîrkirina Efrînê (19.03.2018) ji alîyê leşkerê Tirkîyê û mirovkujên rêxistinine îslamîyên erdoganî bi elmanî – îngilîzî û paşê bi zimanine din belavbike.
Ji bona berpakirina vê armancê komek ji nivîsevanên naskirî ji van kesayetîyan pêkhat:
Cankurd
Heyder Omer
Dr. Husên Hebeş
Em ji xwe re erk dibînin, ku kanibin bi awayekî hunerî bilind êş û azarên Efrînê hinekê li vê dinyayê bidine nasîn.
Em ji hemî helbestvan, nivîsevan û hunermendan (bi tevahî 6 tabloyên rengîn)   lavadikin, ku di vê piroja pîroz de hevkarbin û berhemîn xwe ji 3-4 rûpelan zêdetir nebin, li gel kurte jînenigarîyê ji 6  rêzan bêtir nebe li gel wêneyekî bişînin ser van navnîşaninan:
Cankurd:        kurdaxi@live.com
Heyder Omer:     heyder55@hotmail.de
Dr. Husên Hebeş:    husseinhabasch@gmx.de

Pilan weha ye, ku di adara 2019an de berevok bête belavkirin.

Koma amadekirina berhemê & Hogir Verlag
Bonn, 02.10.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...