Keçekê Teza Xwe li Dor Konê Reş Amade Kiriye

Cemşîd Bagokî

  Keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava Fakulteya Wêje/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reş û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît/ كونى ره ش عاشقاً للوطن), amade kiriye ji zanîngehê re..
Semîra Mistefa di pêşgotina teza xwe de li dor bijartina xwe ji Konê Reş wiha dibêje:
“Di rêka çavpêketin, hevpeyvîn û xwendina pirtûkên mamoste Konê Reş re, min demek dirêj pê re derbas kir, ta ku min xwe gîhand van agahiyan. Di encam de min çîroka nivîskar û hezkerekî ziman û kultûra Kurdî ji nêzîk ve nas kir.. Mala wî ava be, wî jî negot na û daxwaza min qebûl kir.. Di encam de min Konê Reş mîna evîndarekî welat dît.. 

  Em baş dizanin ku mamoste Konê Reş, di bîr û raya kurdî de mirovekî gelek naskirî ye û bi xebatên xwe yên hêja, di dilê me teva de konê xwe vedaye.
Dibe ku Konê Reş ji lêkolînên wiha mezintir be, lê ev ji min hat.. Ev karê min yê pêşiye û eger min mafê wî bi temamî ne avêtibe ser kaxezê, bi hêvî me ku hin di pey min re karibin wî mafî lê vegerînin. Ez, Konê Reş di warê ziman û kultûra Kurdî de wek deryayekê dibînim..”  
  Naveroka Teza Semîra Mistefa li ser zîlana van dergehan digere: (Diyarî, Spasî, Naverok, Pêşgotin, Konê Reş: Çîroka Nivîskar û Hezkerekî Ziman û Kultûra Kurdî, Konê Reş kî ye?, Konê Reş û Hezkirina Zimanê Kurdî, Konê Reş Naznavê Xwe Ji Kû Aniye?, Konê Reş û Malbata Bedirxaniyan, Berhemên Konê Reş Yên Çapbûyî, Konê Reş û Naveroka Hin Pirtûkên Wî, Encam, Jêder).
Hêjaye gotinê ku Semîra Mistefa li dor naveroka 20 pirtûkên Konê Reş sekiniye, her pirtûkak daye naskirin û nimûneyek jê aniye. Ev yekemîn care ku wiha lêkolîn li dor nivîskar Konê Reş têne kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…