Niviştek bo dara Mango

Niyalaw Hesen Eyûl: Niviştek bo dara Mango ” helbest ” werger ji erebî bo kurdî: Brahîm Mehmûd

Niyalaw Hesen Eyûl, helbestvaneke sûdaniye, xwedî hinerek cane, bi jiyanek buha ev helbest nivîsiye, gellek kûr gellek zelal, gellek berfireh, gellek şêrîn e, lewra min ew wergerandiye zimanê kurdî, gelo wê xwendevanê kurd çawa binirxînin? Ev pirs vekiriye.
Divê ez derbasbim
Navbebera seyên bajêr û awaza biyanê
Bin fişekan
Daku ez binivîsim li ser qurmê Mango
Ev helbest wek bîreweriyan in fenên xwe li rojek barandayî dikin,
Seqa hema bişişandinek xwarbûyî ye
Mendehoşiyek nehênî dibeliqîne,
Wek stranek sextebaz di tarîntirîn rojên rêbendê de!
Divê ev helbest bibe gulşînek
An rojnameyek zindî di sirûdek Kevin de
Neqişbûyî di dika raz ya reşeya berdewam de
An jinek şimka havînî li xwe dike
Serê xwe dihejîne û dibêje:
Tu evîndarê min dijî
Û sîbera  pêlava te hinek wek tivingê yî
Tu hatîguhertin daku tu bibî Bromîsiyos.
Jin dizanibin çawa wê mirin bibe bextewer
Lewma pencerên vekirî dihilbijêrin,
Û beşişandina dara Mango,
Û şev an ev hesta bilez  
Ku wek pirsên tevna hebûnê navbera ttav
غ bahoz jidervî pencerê
An tûşbûna azariya hêdî ji wêneyê asîmanê helwişî,
Dema mirov dev ji şer diberdin.
Çiko jin dizanin çawa leşker dibin
Şiyantirîn mirov bo evînê
غ dizanin ku leşker dantêlê li ser sîbera zimankê tivingê dideynin
Û helbestên xwe dinivîsin li ser laşê jinê bi bêhna barûdê
Lê helbesta min ya neqişqndî li ser qurmê Mango
Ceger nekir li ser soza xwe bi hatina biyanê
Û ne razana binya baranên rewa geş,
Û ne bi ramîsanek şêrîn di nav germiya destên te de,  
Çiko tîpên wê yên dibiriqînin biavbûn
Di şîniya kûr ya bêhna barûdê de.


نيالاو حسن أيول – تميمةٌ لشجرةِ المانجُو.. شعر- ترجمة من العربية إلى الكردية مع التقديم: ابراهيم محمود

لا بدّ لي أن أعبُرَ
بينَ كلابِ المدينةِ ومُوسيقى الصباح
تحت الرَّصاص
لكي أكتبَ على ساقِ شَجَرةِ المانجو
هذه القصيدةَ كذكرياتٍ تُمارسُ الحِيَلَ على يومٍ ماطر،
الطقسُ مُجَرَّدُ اِبتسامةٍ مُلتَوية
يمارسُ الانزلاقَ من خلال ثُقب السماءِ المضطرب
يَنِزُّ غرائبيةً غامضةٍ،
كغناءِ مشعوذٍ في أحلك أيام يناير الباردة!
ينبغي أن تكون هذه القصيدة زنبقة
أو تقويمًا حيًّا في أنشودةٍ قديمةٍ
نُقِشَتْ في العَتَبةِ السِّريةِ للظلامِ الأَبدي
أو امرأةً ترتدي شِبْشِبَها الصيفي
تَهُزُّ رأسَها وتقول:
أنتَ يا حبيبي على قيدِ الحياة
وَظِلُّ حذائِك يشبهُ البندقية قليلًا
تَحوَّلتْ فقط لتصبح بروميثيوس.
النساءُ يعرفن كيف للموتِ أن يكون سعيدًا
لذا يفضلنَ النَّوافذَ المفتوحةَ،
وابتسامةَ شجرةِ المانجو؛
والليلَ أو هذا الشعورَ السَّريع
الذي يشبه أسئلةَ نسيجِ الوجودِ بين الرَّعْدِ
والعاصفةِ خارجَ النافذة
أو مِحنَةَ العذاب البطيء لصورة السماء المنهارة،
حين يُغادرُ الرِّجَالُ للحَربِ.
لأنَّ النساءَ يعرفن كيف يكون الجُنودُ
أكثر الناس مقدرة على العشق
ويعرفن أنَّ الجنودَ يضعون الدانتيل على ظِلِّ الزِّناد
ويكتبون قصائدهم على جسد المرأة برائحة الهواء
لكن قصيدتي المنقوشة على ساق شجرة المانجو
لم تجرؤ على الوَعْدِ بوصولِ الصَّباح
ولا على النومِ تحت الأمطارِ النَّديةِ العَذبة،
ولا بالقُبْلةِ الحُلوةِ بين دِفءِ يَدَيكَ،
لأنَّ حُروفَها المُتلألِئَةِ غَرَقت
في الأزرقِ العَميقِ لرَائحةِ البَارُود.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...