Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja zimanê kurdî vejand û nivîskarekî kurd xelatkir

Di 15-5-2018-an de,  bi bûneya roja zimanê Kurdî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek ciyawaz li darxist, hêja ye gotinê ku ev sê salin yekîtiyê ev roj hilbijartiye ji bo xelata salane ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ku radestî nivîskaerkî Kurd  dike ku bi 10ê salan jiyana xwe terxankiriye diber xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.
Yekemîn xelat diyarî helbestvanê hêja Ehmedê Şêx bû, xelata diwemîn jî diyarî helbestvanê mezin Ferhadê Içmo bû û xelata siyemîn diyarî nivîskar û wêjevanê hêja Merwan Berekat bû.
Bi amadebûnek coş û berfereh ji nivîskar û rewşenbîr, û hemî dezgehên ragihandinê, ahing bi xuleyek bêdeng li ser cane pakrewanan destpê kir pişt re gotina yekîtiyê ji layê M. Ebdulsemed Mehmûd ve hate gotin, her weha M. Mihemed Ebdê kurtejiyana M. Merwan Berekat xwend û li ser çalakiyên yekîtiyê di demên bihûrî de axivî. D. Ferîd Sa`dûn jî li ser zimanên cîhanê bi giştî û zimanê Kurdî bi taybetî axivî, û giringiya ziman da xwiyakirin, paşt re M. Adilê Evdile jî gotinek li ser roja zimanê kurdî da.
Di dawî de xelat hate diyarîkirin û radestî  mamoste Birahîm Qasim bû ku wî nûnertiya nûnerê M. Merwan Berekat dikir ji ber ku ew bi xwe nikarîbû bigihe bajarê Qamişlo bi sedema rewşa ku Efrîn tê re derbas dibê.
Em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya vê rojê û vê xelatê li gelê Kurd û mamoste Merwan pîroz dikin, û em bi hêvî ne ku dê zimanê me rojekê ronî bide di nav zimanê cîhanê bi tevayî de.
 
Qamişlo, 15-5-2018

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku…

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…