Ji Xanima Hêja Incil Selcuk Re

Konê Reş

Xanim! Ji baweriya xwe danekeve..! Gotinên te wek heyva çardeşevî di asmanê hişê min de raqisin..! Bi gulên vê Gulanê re xiliyan û hilm û bîna wan belav bû.. Bi gotinên te re; mirin û zayîn, tarî û ronahî li dor min kom bûn.. Wek zarokê ji tava heyvê bitirs, li xwe vegeriyam.. Û baranek hûr hûr bi ser min de bariya..

*         *          *

Xanim! Şerê di navbera heyvê û ewran de, xemgîniyê bi ser min de dibarîne..! Geh heyv li asman dikeve, geh di nav golên avê de diraqise.. Geh ewir wê di nav per û baskên xwe de nebedî dike.. Lê her heyv li ber xwe dide, di nav perçeewran de, serê xwe derdixîne û devij kenê xwe bernade..

*         *          *

Erê Incil xanim! Ji heyamê biçûkaniya min ve, di zivistanî de baran dibare.. Pezkovî bi aramî di qontar û newalên welatê min de diçêriyan.. Şivan û gavanan bi azadî strana (Eyşana Elî, Lawikê Metînî, Hawer delal û Sebra Dila.. ) digotin.. Îro ro, penaberên welatê min bi dûv hev de rêz dibin.. Siyabend û Xecê têne kuştin.. Beko razî nabe evîn evîn be..!

*         *          *

Ji baweriya xwe danekeve ezbenî! Ez bejna xwe ji şêrejinên mina te re ditewînim.. Carekê dilê me bi Qada Osman Sebrî li Qamişlo xweş bû, ew jî bi demê nebedî bû!

Qamişlo, 13/5/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…