Gêre

Marwan Mustafa «Bavê Zozanê»

Dijberê Sûrî Burhan Xelyûn serokê berê yê encûmena niştimanî sûrî li ser rûpela xwe ya fêsbûkê wise dibêje :Têkdan bi termê şoreşvana kurd ya ku di rêza ypj ê de şerdikir Barîn Kobanê ku li Efrînê canê xwe da ,eger tiştekî xuyanî û ber bi çav bike , bêguman ketin û şikestina dijberiya sûrî eşkere nîşan û belû dike, vêce gotin û şermezarkirin tenê kême ,dive gunehkar û tewanbar jî bêne cezakirin.
Barîn Kobanê gula 23ê biharî di yekê sibsta2018an canê xwe yê naz bê
dudilî qurbana welatê xwe kir û ta fîşeka dawî şerê xwe bi mêranî kir,
wisa jî xwe radestî dijminê hovana nekir.

Rêvebirê rewangeha -çavdêriya- Sûrî a mafê mirovan Ramî Ebdulrihman di derheqê vê bobelata mezin de ya ku bi cendekê Barînê hate kirin dibêje :Ku Eva hovîtiyek bê hempeye.
Pirsa min ewe ka me kurdan çi ji bo vê firiştê kir!!
Gelo ma me hundirê mala xwe da hev? Me çi bizava diplomasî kir? Me çi tevgera polotîkî bi kar anî?
Bê guman ev şerê qirêj ku ji16 meha yekêde 2018 û ta niha jî berdewame bi çekên herî giran jî layê herî dewletek mezin di NATO yê de tevlî balafir û top û tangan, eger tiştekî bide xuyanîkirin, tenê berxwedan û lehengiya xort û jinên kurda berz û ber çav dike.
Efrîn xwe bi cîhanê tevde da nasîn ku simbola berxwedanê ye, keleha şoreşvaniyê ye, vêce dîsa dive ku Kurd mirovatiya xwe ji hevre ber bi çav bikin û destê biratiyê wek ku li Kobanê dane hev dive îro berî sibe bête dirêjkirin û qebûlkirin.
Serdana serokê Tirkiyê di 5.2.2018 li fatîkanê bêguman ne jî bo Efrîn bû ji bo Qudsê û gelek tiştên aborî bû, ku çêbû 59 sal ta serdanek wisa çêbû tevlî xwepêşandanên kurd xwestin ku rewşa Efrînê tevlî vê serdanê bikin û rengê hovana yê Ardogan ber bi çav bikin lê polîsan bi xurtî û bi lez û bez xwepêşendan jî hev belav kirin ta ku yek jî civatê birîndar jî bû.
Yekîtiya Ewropa tev bi rewşa Efrînê dizanin, hemî jî tevlî Emêrka jî dibêjin ku jî mafê Tirkiyayê ye ku sînorê xwe bi parêzê, lê naxwazin ku wê tivlî yekîtiya Ewropa bikin ta ku hine got ku ew(Erdogan) zordare û destê wî bi xwînê hatiye lewtandin, lê zû zû şerê wî nakin qey ji hin lehiyên koçberyên din ditirsin ku Erdogan derî li piştê jî wana re vekê.
Çavdêr dibêjin ku derbasbûna Tirko bi vî rengê eşkere welatekî din qaşo ser bixwe, bê ku deselat anjî ferweriya wî welatî tişekî ber bi çav bike, cihê şermezarıyêye.Bêguman bi erêbûna Rusî wisa jî bi nedeynkirina Emerîkî Tiroko ev gava kirêt avêt.
Sûriye mixabin bûye bêndereke vekirî, kî hat û gêra xwe lê kir, wisa li ezmanê wê jî, balefirên Israîlî li ser şamê difrin, û balefirên Sûrî li ser xûte û yên Rosî li ser Idlibê û yên Tirkî li ser Efrînê û yên Emrîkî li ser dêrê û her yekî li ser Leyla xwe digrî.
Hêjaye gotinêye ku şandek jî berlemanê Kurdistanê gihişte herêma Efrînê wek piştgirî bo berxwedanê ku jî pênc kesan pêk hat, jî partiya dimoqratî kurdistanî û jî yekîtî niştimanî wisa jî ji Goran û jî partiya komonîst û ya islamî.
Elî Halo endamê şanda berlemanê Kuridistanê yê ku gihişte Efrînê , di kongirê xwey rojnemevanîde got xwezî we ala Kuridistanê jî li ser vê masê we danî be.
Wisa fermandarê giştî yê YPK Sîpan Hemo got ku alîkariya Sûrî bi mere ta niha bo Efrînê sekiniyê ser alîkariyên mirovatî tenê, em roleke ji wilo mestir jî wan dixwazin.
Dawî hate eşkerekirin li ser mîdya cîhanî ku Bintagon dor 550Melyon dolar dahênan kiriye di bilanza xwey 2019an de ji bo rahênankirina hêza Sûriya dimoqratîk HSD û çekên wan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…