Birûska weşana NEWROZ Ji festîvala roja rojnamevaniya kurdî re

Berî 109 salan, di roja 22/04/1898an de, yekemîn rojnameya kurdî, bi tîpên Erebî û bi navê KURDISTAN, li Qahîrê, paytexta Misrê, ronahî dîtiye. Xwedî û berpirsiyarê wê, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, xameya xwe ya zêrîn kişandiye
bi hişmendî û dilsozî li ser rewşa nezanî, belengazî û preîşaniya gelê kurdistanê nivîsandiye, qencî û  çakiyên zanînê, xirabî û malwêraniya nezaniyê di rojnameya xwe ya nû de anîne zimên. Xemxurê gelê xwe, Mîrê mezin, hawîr dîtiye ku hemî gelên hevsînorên kurdan bi zimanê xwe dixwînin, dinivîsin û pê perwerde dibin, wî ji xwe pirsiye ma gelo qey zimanê kurdî ji zimanên gelên din qelstir û hejartireş!!..Radibe dest bi weşana rojnameya xwe dike û gelek hejmarên wê ji kurdan re bê pere rêdike kurdistanê da ku ew hînî zanistî û ramanên teze bibin.
   Mîrê gewre, ji beg, axa û zanayên welatê xwe xwestiye ku ew bi rola xwe rabin, li doza gelê xwe xwedî derkrevin û berevaniyê di ber rûmet û hebûna wî de bikin, herweha di hejmarên wê de daye zanîn ku Sultan Ebdulhemîd di bin bandora şêwirdarên xwe yên zikreş û nijadperst de yên mîna (Abu alhuda), rê nedaye wî ku ew rojnameya xwe bi zimanê dê û bavê xwe li welêt biweşîne, ji ber wilo ew neçar maye ku li derbederiyê, rojnameya xwe biweşîne. Lê, Sultanê teralî serxweş qîma xwe bi vê yekê jî ne aniye, fermana girtina wê daye. Lê belê, rojnameya Kurdistan, biryara berdewamiyê sitandiy, ji ber êrîşên hovane yên dstelata Osmanî, cihê xwe ji welatekî guhestiye welatekî din, tîrêjên zanistî û rewşenbîriyê li welêt belav kiriye.
   Digel tunebûna dibistan û zanîngehên bi kurdî û êrîşên tund ên dij gel û zimanê wî, bi saya serê xebatkar, zanyar û têkoşerên gelê me, zimanê me li ber xwe daye û di şerê tunekirin û pişaftinê de bi ser ketiye, xwe parastiye û îro bi milyonan kurd seranserî Kurdistan û cîhanê pê dixwînin û dinivîsin.
   Di vê bîranîna pîroz de, em bi navê weşana Newroz hemî nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd pîroz dikin, bi hêvî ne ku em hemî bi hev re riya mezinên xwe bişopînin, xameyên xwe ji bo berjewendiyên gelê xwe bikar bînin û hemî bi hev re gurzek gul pêşkêşî giyanê nemir Miqdad Bedirxan, Malbata Bedirxaniyan ku ji rewşenbîriya kurdî re bûne hîmine berz û hemî xemxur berketiyên ziman û çanda kurdî bikin û cejna we pîroz be.
20/04/2007
Desteya weşana NEWROZ
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…