Lazgîn dêrûnî
Va
didin em soz û peyman
didin em soz û peyman
Sûnd
dixwin em her bi yezdan
dixwin em her bi yezdan
Qet
ji rê dernakevin em
ji rê dernakevin em
Serxwebûn
armanc û nîşan
armanc û nîşan
Bo welat em can fidane
Ev jiyan her berxwedan e
Şev û rojan xew me nîne
Êş û nalîn pir giran e
Bo me kerkûk dil û can e
Roniya herdû çavan e
Em te nadin qet bi Qudsê
Quble û dîn û îman e
Hêz û pêşmergê me şêr in
Hemberî dijminan mêr in
Her kesê ber wan de bêtin
Ser û laşên wan dihêrin
Zêrevan in can ji polat
Diparêzin xaka welat
Ew melîsên hov û tirsok
Ji destê wan nabin felat
Ev hezar sal em li benda
Xwîn û qurbanî me pir da
Xewn û hêvî ya me kurda
Va ye nû dara me pel da
20.10.2017 Swîsra