Mora Nîsanê Di 109 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

Konê Reş

Miletên bindest heyîya xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, qeweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hengî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…
Mîr Celadet Alî Bedirxan
– 1 –
 

Nîsan di welatê min de diken e..
Bîranîn xwe li bejin û bala min dipêçe..
Mora xwe li pişta gelek cih, kes û waran
Dixine…û
Çakiya ku bi xerabiyê tê guhertin
Kenê min tîne û min sosretmayî dike…
Mor;
Ne tenê giroverokek bi çend xêzikan neqişandiye
Mor, mîna heyva nîsanê û xemilandina şuristê ye
Mor çesipandina dîrok û bûyera ye
Mor roja 22 ê nisanê ye,
Roja ku Mîr Miqdad Bedirxan ji me re bi nav kiriye û
Bîranînên 109 salan têde têne tevdan:
(Gelî mîr û axano, kurmancino!
Qenc bizanin xwendin, ilim û marîfet
Li dinyê û axretê rûyê mirov sipî dike..)

– 2 –
 

Nîsan di welatê min de dibişir e..
Wan  kêlîkên bi henek û laqirdî
Mîna (filşbakê)
Di ber çavê min re derbas dike
Ew jî mîna morê
Di huş û xeyalê min de hatine çesipandin
Gelek caran bi min re dijîn
Tevî ku ez hewildidim
Wan jibîr bikim
Lê kelîkên xweş jibîr nabin…
Ew jî mîna van gotinên ku
Ji berî 109 salave hatine gotin:
(Niho zaroyên xwe bielimînin îlim û maarîfeta.
Hûn bi xulaqeta xwe şûcaa û cesûrin.
Hekê hûn bibin xweyî îlim, hûnê ji dinyê hemiya
Xurtir û dewilmendtir bin..)
Ma gelo ev gotin jibîr dibinş!!!

– 3 –
 

Nîsan di welatê min de dugirnij e..
Buhareke rengîn
Ji dexil, zevî, gul û kulîlkan dixulxule..
Îro an sibe, kî di firêzeya min de liqatê bike
Bela bike..bele bike..
Mirovê ehmeq çendî bilive
Bi mora şaşiyan riwê xwe reş dike..
Mora zanyaran her ala wan bilind xuya dike..
Ji 75 salan ve Mîr Celadet Bedirxan gotiye:
(Îro li ser xwendayên kurdan wezîfeye,
Ferde û ferdeke eyne.
Lê ne kefaye, vekirina derisxanan..)

– 4 –
 

Nisan di welatê min de bibaran e..
Cejna rojnaamegeriya kurdî
Bi saya Bedirxaniyan ji heft rengan e
Mora wan li Kurdistana dayik, Rojî Kurd, Jîn
Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr xweş beyan e..
Qenckiro bi xwe kiro,
Xerabkiro bi xwe kiro.
Gotinek bav û kalan e..
Gelo raste, hin dikin û hin dixwin..ş!
Va îro, em gotinên wan kesên ku kirine
Bi ava zêr dinivîsin û
Mîna ayetan datînin ber çavan e..
( ..li dinyê ji me kêmtir kes nemaye:
Em miletê kurd bi şûnde mane..
Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe,
Li gor kêf û menfîeta xwe,
Berê me ji bakur dide nîvro,
Ji rojave dide rojhilê..
Divêt em jî bixebitin,
Xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin
Vî miletê belengaz  ji tariyê xelas bikin,
Berê wî bidin tav û ronahiyê…)
Piştî 109 salan
Ji nû ew dixwin
Hêjî em birçiyê gotinên wan e..
Û em dibêjin; sal bi sal, xwezî bi par..
Ka kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî..ş!!
An bi tenê nave, ku her rexistinek kovarek wê heye..
Êdî bese, bela Elo ji tûr derkeve.
Devê sikakên qepitandî vebin.
Govenda rojnamegeiya kurdî
Di vê Nisanê de bi şadî li dar be..û
Mora paşketina vê rojnamegeriyê
Di bêrîkên berpirsyaran de nebedî ne mîne..

 

Konê Reş
 
Qamişlo 17/04/2007
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...