Festîvala kolnê yanjî Mihrecana kurdên Rojava

Bavê Zozanê
 
Dem roja înê ye.
Katjimêr dor dehî sibehê 25.08.2017: -Alo roj baş mamoste, ka sibe ji bo
giştpirsiyê tu amade yî?

-Roj baş hevalê delal, helbet ez amade me.

-Baş e ka emê çawa hevdû bibînin.

-Sibe katjimêr 10 ezê li Banhofê li benda te bim.

-Gelekî baş e, lê katjimêr 10 ne zû ye?

-Na, ez guman dikim rê ji Essenê ta Kolnê, dor katjimêrek û nîvê heye û eger trêna me deh û nîvê dest bi meşê bike emê dor saet 12 li wir bin. Ji xwe programa wan katjimêr yek dest pê dike.

-Pir baş e helbet ew saeta mayî emê bi dîtina hevalan bibûrînin…Bilêt bi çi ye mamoste?

-Bi Xwedê ez nizanim, lê dibêjin ku her grûpek ji pênc kesan erzanî bo wan heye.

-Başe tê zarokan bîne?

-Belê, diya wan nayê lê ezê zarokan bînim.

Xem û xeyalan ez revandim, zarokên min ku li welat mane hatin bala min. Min di dilê xwe de got, xwezî ew jî li ba min bana qene min ew jî bi xwe re biribane mihricanê.. Vê krîza Sûrî ya bêdawî em û zarok ji hev qetandin, pirê malbatan bûne sê çar parçe hin li başûr mane, hin li bakur hin li rojava û hin jî gihane Ewropayê…

-Aloo ka tu çûyî ku, dengê te nema tê.

-Bibûre mamoste.. ez hinekî xilmaş bûm…

-Tişek pêwist e?

-Na şevbaş sibê li cî emê hev bibînin.

-OKê şevbaş.

Wek me soz dabû hev roja şemiyê 26.08 sibehê me li Banhofê hevdû dît. Milet tevlî alên xwe yên kesk û sor û zer Banhov dixemilandin qefle qefl dihatin. Trên hate dagirtin gelek man rabûkirî jî.

Wek me ji xwe re plan kiribû, demjimêr 12 em gihane Kölnê, qîr û qîmat li wir rabûbû, xortekî şengalî di trênê de li Banhofê xwest çend wêneyan ji pencerê ji wê lehiyê re bikşênê, min jê pirsî qê ti nayê festîvalê got na karê min heye. Ez matmayî mam, ji vê trênê gişî me xortekî kurdê başûr dît ew jî nehat!

Cihê mihricanê ne gelekî dûr bû ji Banhofê dor deh xulekan bû .Di navbêna wan de dêreke ecêb me dît, min pirsî gotin temenê wê dor 700 sal heye. Bi rastî ev dêr şaristaniya gelê alman û dîroka wê ya kevin dide xuyakirin. Li dêrê em zîvirîn çend dêmenên qeşeng û nazik li wan celdên herî paqij me dîtin. Em derbasî gorepanê bûn, cejna Newrozê bi xwe bû, qadeke herî mezin bû, mişt bû ji milet bi texmîna min pazdeh hezar kes hebû, wisa ta êvarê jî milet ji hev qut nebû bi koma dihat.

Hunermend û komîta amadekirinê li ser dikê diçûn û dihatin, hindik maye ku dest bi programa xwe bikin, bi rastî ew qasî me ew nedidîtin, gênca rê nedida me, wisa ji alên rengîn yên ku ezmanê festîvala serxwebûa Kuristanê xemilandibûn bi giştî, ewan jî dîtin ji çavê me dibirîn.

Tiştê herî balkêş yê ku min dît ew çend alên rengê sipî û şîn (ala dewleta Israîl) ku di nava alên Kurdistanê de serî dihildan û dikeniyan, pêşî ez mam sekinî, cemidîm, hiş û ramanên min tevlî hev bûn, ev cara yekem bû ku ala Israîl wilo nêzîk dibînim û di ahengek kurdî de. Wisa jî min li xwe vegerand, ku ereb ji xwe li mihnekê digerin ku çavreşiya xwe zêdetir bikin li ser kurdan, vêce bi hesanî me werîs û qetek êxiste nêv destê wan. Dîsa min li xwe vegerand korîma wan û bavê wan kirî, ti tilîka xwe di hungiv bidê û têxê devê wan, razî nabin. Piştre li xwe hayîbûm mane ala Israîlê hildaye li bêhtirîn dewletên ereban li ser gelek avahiyan yê fermî û yên nefermî.

Katjimêr bû yek programa serxwebûnê dest pê kir, bi saya serê Rudawê me aheng ji dûr ve dît ku Dilbixwîn Dara wek şêrekî bi rengekî zindî diguhast ser wê ekrana mezin. Wek teknîk deng ne pir normal bû, wisa jî cih, bi rastî milet pir aciz bû ji wê rabûkirina dirêj, lingê pir kesan werimîn ji westandinê, ez yek ji wan bûm.

Xwezî mehrecan li yarîgeheke vekirî ba wek cihê futbolê qene miletê hêja bi rehetî hinekî ji xwe re rûniştibe. Mehrecan bi xweşî tewabû dor heftê êvarê. Dixwazim bêjim ev miletê hêja û bi vê jimara gelek, ne ji bo kesî hazir bûbû, tenê ji bo eşqa Kurdistanê.

Spas ji polîsê elman re yên ku rojek dijwar û dirêj bo me bûrand. Dawî dixwazim bêjim ku ev miletê qehreman yê ku Koln û cîhan tevde hejand, bi tevayî miletê Rojava bû.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…