Şevên Qamişlo!

Konê Reş
 
  Belê ezbenî! Şevên Qamişlo, mîna kofiya
dayika min dirêjin.. Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min.. Kalemêrên wê li
ber dilê min şêrîn in.. Piraniya wan barkirine yên mayî jî li ser rêka oxirê
ne.. Belê ezbenî! Kolan, sikak û cadeyên Qamişlo bêdengin..! Di ber te re
derbas dibin, silavê nakin! Piştxûz û bargiran in!
Dema tu di kolanan de pêrgî dost, heval û hogirekî xwe dibî, çav pê dikevî, tu dibêjî qey ew ji welatekî dine.. Serê wî di ber wî de tewyayî, bi kul, xem û derd dikulkule û derbas dibe.. Tu dihisî ku dûrbûneke fireh di navbera te û wî de hatiye raxistin.. Û tu dihisî ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te jî de hatiye avakirin! Erê ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye.. Her yek bi gera pey pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de, dibeze..
*         *          *
  Erê ezbenî! Cefa û penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye û cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de, koçer û zozana de, û av û xakê de çêkiriye..! Penaberiyek mîna dîwarê ku sînorê Serxet û Binxetê, li Beriya Mêrdînê radimûse.. Ezbenî! kî dikare rastî û çareseriya vê rewşa malwêran şanî min bide, bela xwe belû û eşkere bike?!
*         *          *
  Erê Ezbenî! Sebaretî nivîsandinên min yên ku li dor zîlana şan û hunera Bedirxaniyan digerin, ji wan kesan re dibêjim; ew nivîs ji bo xort û keçên nûhatî ne, ewên ku dûrî ziman û kultura xwe ketine, da ku serwextî ziman, ferheng û kultura xwe bibin û ji nêzîk ve lehengên kultura kurdî nas bikin.. Qet, ez ne ji bo bilindkirina navê Bedirxaniyan dinivîsim.. Bedirxanî bi nivîsandinên min bilind nabin, berê ew bilindin. Bilindbûna wan mîna bilindbûna roka di nav ala Kurdistanê de ye.. Bedirxanî û danîna bingehê rewşenbîriya kurdî a nûjen bi hev ve hatine hunandin, wek ku çawa navê Kurdistanê û Barzanî bi hev ve hatine hunandin..
  Erê ezbenî! Şevên Qamişlo mîna kofiya dayika min dirêjin û Bedirxanî wek roka di nav Ala Rengîn de ne.
Qamişlo, 17/8/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...