Yek , hew yek



 Brahîm Mehmûd

 

-1-
Yek xwe dike weke zarokan, xwe dike
zarok zarokê zarok
Lê tucar nabe zarok, ew ne zaroke
Ew ji kêm mirovayetî dikeve rêza
zarokan
Lê ew ne zaroke..Ne zaroke, helbet wê
ne zarok be
Zarok hêviyekê dide mirov, ew hêviya jiyanê
ye
Lê ew hêviyê dibire,dimeciqîne ,  jiyanê dike kerafî li mirov…

-2-
Yek bi xwedikeve
Bi xwe re pevdiçe
Ditirpile. Dilikume, dikulmişe, difirfite şev5 û roj
Ev çi zaroke yaw!Ev ne zaroke wey!
Na ezbenî, ezê ji te re dubarebikim, eger tu rê bide min
Ew ne zaroke, ne zaroke di hizra min de, vêya qenc binase
Ew ji terazûya huşmendiyê, ji ..Ji xwenasiya xwe ketiye, ji dest xwe çû ye û her çû ye
Ku dixwaze her tiştî bispêre xwe, ev ya jî karê zarokan e
Lê, teqez, zarok ji vî karî dore
Ew di hundirê xwe de rizyaye, ji derb ketiye
Vêca xwe dike zarok, çiko ew rê tenê li ber divebe, ew jî wîna ser û bin dike di ancamê de
Dibe tekane bigrî, û digrî jî, di hundirekî sar weke belengaziya wî, hundirek ku jê sar bû ye, ku li xwe bûye bele, lê ne zaroke
-3-
Yek bi serê xwe ye, lê ne bi serê xwe ye
Bi xwe re dide û distîne, ku ji sîbera xwe ditirse, ji daran ditirse, ji avê ditirse, ji bayê hênik ditirse, ji mirovê mirov ditirse, ji neçarî berê xwe dide rêyekê ku bikaribe xwe bi nav bike
Gotinên wî lotik in, kenê wî têkçûye, gavên wî ji ber wî direvin, ma îca ev zaroke?
Ezê her guhekî xwe deh pişkulan pêve dalkiqînim eger ku ev mirov ji xwe bê hîvî ne bûye, mirovek li bajarekî beyeban li xwe diqelibe bi xwe re pevdiçine, bi neyenika xwe re şer dike, çiku rwê wî weke wî diyar dike, ma gunehê neynekê eger bi xwe re rast be?
-4-
Yek mirov, ne mirov
Dibe zarok be lê hîç ne zaroke
Nêzî me ye
Di nav me de ye
Bi ser û bine weke gewd, qewar
Lê ya rast bê seriye
Ji xwe dertê û li xwe divegere, ji xwe pêve tu kesî din nabîne, dilek keviz girtî, dîwarek herifî, navek derzîdayî, li ser ttayek xav û zirav digrî û hey digrî û maye
Daku kirasekî xwe pê binxumîne û têkeve civatek saxî saxlem bibe weke zilamek” peyawek” li gorî temen û bejna xwe
Lê zaroktî dev jê naberde, li bayê wî lêdixe û ew jî bi dûv de ye
Lê ew yek ku ne yeke, ne zaroke…Ne zaroke..Ne?
duhok
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…