Penceşêr me dikuje lê bi me re dimire!

 Bavê
Zozanê
 

Ev hevok sernavê
helbesteke Ferhadê İçmo ye: “Penceşêr me dikuje lê bi me re dimire!” Heyf û
mixabin ku di 08.06.2017 roja pêncşemê, demjimêr dora heşt û pênc xulekên êvarê
helbestvanê me bi vê êşa giran çû ser oxira xwe ku wisa 57 buhar bi zor û heft
kotekan ji me re zer kirin.
Tê bîra min ez beriya 15 salan çûme ba
helbestvanê hêja Ferhadê İçmo li firoşgeha wî. Wê çaxê rehmetî dîwana xwe
“Landik” diyarî min kir. Wisa jî min her êvar helbesta wî ya “Çûko Çûko sefarî”
ji zarokên xwe re dixwend.

Helbestvanê me yek ji helbestvanên pêşîn bû ku ji zarokan re dinivîsand, wisa jî stûneke sereke ji stûnên helbesta kurdî ya nûjen û stranvanî li Rojavayê Kurdistanê bû.

Dora 7 dîwanên helbestvanê qedirgiran Ferhadê İçmo hene: 1. Lêmişte zozan 2. Piştî çi 3. Evîna te 4. Pelên Spî 5. Qêrîna Yekemîn 6. Landik Yek 7. Landik Du.

Wisa Xwedê jê razî Selah Berwarî çend helbestên hozanvanê me Ferhad, wergerandibûn ser zimanê erebî û wek dîwanekê bi navê “Demsalên Evînê” li weşanxaneya Dar el Yenabîh li paytexta Sûriyê Şamê di sala 2008an de da çapkirin.

Çûna helbestvanê me bi vî rengê bilez ziyan û zirareke mezin gihand torevanî û wêjeya kurdî bi giştî û edebiyata kurdî li Binxetê bi taybetî. Xwediyê “Destê min bigire û pir xweş e cîhan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo di sala 1985an de straye, zû ji nav me bar kir.

Ferhadê İçmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlo hatiye ser rûkê goka zemînê. Di sala 1984an de, endazyariya şaristanî li Zanîngeha Helebê xilas kiriye. Bêguman endazyariya wî di vê helbestê de tê xuyakirin “Bi çîkên çîka, çîkistana me bû çar çîk, lê bi çîkên me her çîkek wê bibe çil û çar çîk!”

Gelek çîkên Ferhad, mebesta min helbestên wî ji rexê gelek hunermendan ve hatine awazkirin û bûne stranên herî xweş û nazik, mîna Mihemed Şêxo, Beha Şêxo, Birûsk, Adil Hiznî, Xelîl Xemgîn, Şeyda, Sefqan, Seid Ferso, Selah Osê û çend kesên din.

Wisa jî nemirê me gelek xelat û bawername ji pir cihan wergirtiye, mîna Xelata Cegerxwîn a Afirandinê ji Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (2013) û xelataMehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê (2012) û vê dawiyê xelata E. Alûçî û gelek xelatên din.

Bêguman ev xelat û bawername nîşan didin ku helbestvanê me ewqasî nêzîkî êşa gelê xwe dixebitî ku wisa jî ronakbîr û dilsozê peyvê bû. Lewma di 19.06.2016an de birek rewşenbîrên Kurd ên Sûriyê yên dost û heval bi rêz û germahî nexweşê xwe Ferhad bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê kirin ji bo çareserkirina wê nexweşiya mîrat a ku xwe di serê wî de palvedabû.

Bêguman hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmanî bi rehmetî re nekir. Bi dilxweşî xort li wir jî lê kom bûn, bijîşkan jî emeliyateke mezin ji serê Ferhadê nexweş re çêkirin. Wek me bihîst wê demê ku rewşa wî pir baş e, pêwist e ku êdî li Tirkiyê derman û îlaca xwe berdewam bike. Lê Ferhad zîvirî, hate Qamişloka evînê.

Çima ew ji wir neçû Tirkiyê ji bo îlacê? Ez bersiva vê nizanim. Lê tiştê ku ez qenc dizanim ew e ku Ferhad tu carî nayê jibîrkirin ji ber ku şoreşgerê peyva kurdî bû û timî hesta miletê xwe di peyva xwe de dihûnand, lewra jî ew dê her û her di dilê gelê xwe de sax û zindî bimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…