Pêşgotina Wergera Pirtûka Kelîle Û Dîmne Bziê Kurdîmano

Dr.Mihemed
Ebdo Elî
 
Rêberê Yûnanî yê navdar Iskenderê
Mekdonî/Duqoçî (356-323)B.Z, li sala 326an B.Z, gihîşt welatê Hindê û ew kire
bin destlata xwe; û gava ku rewşa wê jê re durust bû, wî peyak ji peyayên xwe
li ser kire destlatdar, û ji wir çû. Lê piştî demekê, Hindistaniyan ew mirova
ji ser textê qeraltiyê danî, û neviyekî ji resena qeralên xwe, jê re digotin
Debşelîm vebjartin û li şûna wî kirin qeral.
Li serdema qeral Debşelîm, ango berî niha bi derdora 2300 salî, nasik û feylesûfê bi navê Beydeba li Hindistanê hebû, wî li ser daxwaza qeral Debşelîm ev pirtûka ((Kelîle û Dîmne)) bi zimanê hîndî (sensikrîtiya kevin= Hindo-Ewrupî) danî, û navê wê yê hindî yê resen ((pentşatentra))-Belkî bingeha wê “Pend û Şîret“- bû . Tê de zanîn, felsefe, perwerde, sincî, serpêhatî, siyaset, karûbarên qeralan û taqeya xwe ya taybet jî di jiyanê de, li ser zimanê lawiran got û li ser rûpelên pirtûkê danî.
Piştî derdora 800 salî, qeralê Sasaniyan Kîsra Enûşêrwanê Yekemîn kurê Qubad (501-579)Z, ku ji felsefe û zanînê hez dikir, radibe ji bo bidestxistina wê pirtûkê bijîşkê bi navê Berzewêh dişîne Hindistanê, ew jî wê pirtûkê werdigerîne zimanê Pehlewî (Farisiya Kevin) û ji qeral Enûşêrwan re tîne.
Li serdema xelîfeyê ebbasî Ebu Cefer El Mensûr (95-158)G/(714-775)Z., mirovê `Ecem ê binavê Rozbeh kurê Dadewêh(di hin jêderan de: Rozbêh kurê Dazûwêh) ku bi (Ebdela kurê Muqefe`) tê nasîn, pirtûkê ji zimanê farisî werdigerîne zimanê erebî. Piştî wê serdemê, destnivîsên pirtûkê yên bi zimanê hindî û farisî winda dibin û namînin. Tenê destnivîsa Erebî di nava xelkê de dimîne, û bi wî rengî,, hemî wergerên ku paşê derketine, ji pirtûka bi zimanê erebî hatine birin.
Pirtûka ku feylesûf Beydeba nivîsandi bû, ji çarede deriyan pêk dihat. Lê paşê çar deriyên din jî lê zêde bûn; deriyê yekem û duyem ji danîna Behnûd kurê Sehwan/Seĥwan ku bi navê (Elî kurê Şahê Farisî) tê nasîn in, wî sedema ku Beydeba ev pirtûka ji qeral Debşelîm re danîbû, û çûna bijîşk Berzewêh ya hindistanê ji bo bidestxistina pirtûkê hewaldaye. Deriyê sisyan jî ji danîna Rozbeh kurê Dadewêh ye, wî jî tiştin ji raman û hizra xwe tê de danîne. Deriyê çaran jî, ji danîna wezîrê farisî Buzercumhur e, wî jî li ser jiyan û karê bijîşk Berzewêh nivîsandiye, û li ser daxwaza wî li pêş deriyê ((Şêr û Gê)) daniye.
Li gora pêzanên payebilind, û wekî ku me jî di nava pirtûkê de nas kir û dît, dema ku Ibin El Muqefe` pirtûk wergerandiye, wî gelek tişt û nêrînên xwe yên taybet jî xistine nava rûpelên pirtûkê, û gelek regez û bîrûbaweriyên ola îslamî jî di nava hizr û ramanên pirtûka hindî ya resen pentşatentra de danîne; wek seza û perû, cîhan û dawîroj, ol û pêxember, rêwresim, têgeh û bawriyên ola îslam, ku di nava rûpelên pirtûkê de xuya dibin, û ta navê wê jî guhertiye û kiriye ((Kelîle û Dîmne)). Ta radekê, zanyarê zimanê erebî Mihemed Kurd Elî dibêje ku pirtûk bûye ya Ibin El Muqefe`.
Loma jî mirov kare bibêje, ku çanda hemî gelên Rojhilata Navîn di pirtûkê de hene, bi taybetî jî, hindî, farisî û Îslamî.
Roja îro, pirtûka Kelîle û Dîmne ji kelepûra cîhanî tê jmartin, loma jî ew ji bo piraniya zimanên zindî hatiye wergerandin.
Gava ku me jî niyaz kir, em vê pirtûkê wergerînin zimanê Kurdî, me ne bihîsti bû ku wergera wê bi zimanê kurdî/kurmancî heye, lê piştî ku em baş pê de çûn, me bihîst ku wergereke wê li Bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin; lê mixabin ew bi dest me ne ket. Lê digel wê yekê, dost û hevalên bendewar ji me re gotin, ku nexem e bêtirî wergerekê ji pirtûkekê re hebe; û li ser wê rêgezê jî min karê xwe berdewam kir.
Me di wergerandinê de sê çapên erebî yên pirtûka ((Kelîle û Dîmne)) ligel ferhengekê bi kar anîn û raberî hev kirin:
1.  Çapa pirtûkê ya ji pêkanîn û ravekirina: Mihemed Îbrahîm Selîm- pirtûtxana Ibin Sîna ya çap û belavkirinê- Qahîra- 1991.
2. Çapa ku di melpera (( El Mîşkat El Îslamiye)) de hatiye belavkirin.
3. Çapa Rojnama Tişrîn a Sûrî, bi alîkariya UNESCO.
4. Çapa duyem 2014, ji pêkanîna Ebdilreĥîm Ehmed Qemĥiye- weşanxana Mihrat Bo Zanistê- Sûrye- Hums.
5.    Ferhenga ((El Mu`cem El Wesît)), Erebî-Erebî.
Wekî ku em zanin, wergerandin kar û barekî ne hêsan e, nemaze jî eger ew pirtûk berî hezar salî, ji zimanê farisî hatibe wergerandin, û em jî ji zimanê erebî werdigerînin zimanê kurdî. Mîna ku em zanin jî, her du zimanên erebî û kurdî ne ji yek malbatê ne, û ji aliyê kokûbinyat û rêzmên de jî ji hev dûr in; ew jî dikin ku wergerandin hinekî dijwartir bibe, û  beramberkirina hevok bi hevok bi hev re jî ne rast û durust be. Lêbelê em bawer dikin, ku wergera me wê pir nêzîkî rastiya deqa erebî be, û ji aliyê wate, mebest û ramanê ve jî ji çarçewa deqa erebî derneketibe.
Me di wergerandinê de, pala xwe da ser sê rêgezên wê yên bingehîn, ew jî:
1.  Tiştên ku di pirtûkê de hatine me lê zêde ne kir, tişt ji ba xwe jî ne xistê û ne jî guhert.
2.  Tiştên ku di pirtûkê de hatine me jê kêm ne kir.
3.  Ta ji me hat me hewilda, ku werger bi zimanekî sivik û têgihîştî be, da ku xwendina wê bi xwendevavan sivik be.
Ji bo bilêvkirina rast a hin bêjeyan, me ji dêvla du tîpên Erebî tîpek û şandikek bi kar anî:`= ع . ĥ=  ح.
Em spasiya hêjayên ku bi xwendin û têbînan alikariya me kirin dikin, wek: Her du xanim Gulistan Awaz, Nazdar Hesen, Mistefa Henan û Merwan Berekat.
Efrîn..
31/1/2017z/2628k.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…