Erebê Şemo, Bavê Romana Kurdî

Dr. Mihemed Ebdo Elî (Rozad Elî)
Şemoyê Şamil,
kurdekî ji hoza hesenî ye. Li navça Sûrmelî, li devera Qersê ku bi ser
Ermenistanê de bû dijiya. Şemo kurdekî pir perîşan bû, li ba xwenedanên Ermen û
Yûnanî şivantî dikir. Wî zarokên xwe di perîşanî û sêfîltiyeke pir giran de
mezin kirin. Piştî jina wî ya yekem mir, ji jina wî ya duyem Ereb biçûkê du kur û sê keçikan bû. Şemo û jina xwe zarokên xwe di
rewşeke pir xirab, di binê axuran û di nav kayê de mezin kirin. Ereb li sala
1897an ji dayîk bûye. Wî bi çûkanî û ta xortaniya xwe karên herî dijwar dikirin
û di jiyanek pir dijwar de mezin bû. Gava bû gênc şoreşa Bulşefîkan rabû û ew
jî tevlî refên wê bû, tê de kar û xebateke çalak kir û ta dawiya jiyana xwe jê
re dilsoz bû.
Piştî ku şoreşa Bulşefîkan bi ser ket û dewleta Sovyetistan hate avakirin, Ereb dest bi xwendinê kir û li sala 1924an ji amojgeha Lazarêf a Zimanan derçû. Wî bi zimanên kurdî, rûsî, ermenî, yûnanî, tirkî, almanî, azerî, Gurcî jî zanî. Ew demekê bû serokê amojgeha kurdî ya perwerdekirina mamostan. Li sala 1930î yek ji damezrênerê rojnama “Riya Tez” bû û ta sala 1937an rêvebirê wê bû. Li sala 1931ê bû endamê komîta navendî ya Partiya Komonîsta Ermenî. Lê li sala 1937an Cûzêf Stalîn ew dûrewarî Sîbîriya kir û nozde salan li wir ma.
Ji dahênê wî: Şivanê Kurd- roman 1930. Jiyana şadewer- roman 1966. Nasikê Sexte- Şano 1930. Berbang- Roman 1958. Dumdim- Roman 1966. Pirsa Derebegîtiyê li nav kurdan- lêkolîn 1934. Pirtûkên Ereb Şemo bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji romanên wî ya navdartir û wek dayîka romangeriya kurdî tê dîtin “Şivanê Kurd” e. Ereb di romana xwe de, jiyan û serboriyên xwe ji dema zaroktiya xwe de û ta hilperîna şoreşa Oktoberê bi zimanê xwe yê kurdî û bi şêweyekî hunerî î xweşik tomar dike. Pişt re ew hatiye wergerandin zimanê rûsî û li sala 1935an li bajarê Teflîsê çap bûye. Paşê zaniyar û kurdnasê rûsî ê navdar Basîl Nîkîtîn ew wergerandiye zimanê firensî. Dûv re nemir Nûrdîn Zaza jî, ew bi zimanekî zelal û xweşik ji firensî kiriye kurdî û çap bûye. Bi rastî romana “Şivanê Kurd” ya Ereb Şemo, taca serê roman û nivîsên kurdî ye.
Kurdê nemir Ereb Şemo li 21ê Gulana 1978an temenê xwe kir û çû ser qedera xwe. Zor pêwîst e ku roja goçkirina Erebê Şemoyê Şamil her sal bi bîr were, û xelatek bi navê wî ji bo romana kurdî were damezrandin û dandin.…… …..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…