ZIMAN HÎMÊ SEREKEYE

MISLIM ŞÊX
HESEN 

Bêguman dîrokê dansîn ku ziman hîmê serkeye ji
gelan re, parçeyek ji jiyan û çanda mirove. Ji dayîk,bav û xizmên nêz tê
giritn, û pê netewe ji hev têtin çûdakirin, lewra hemû neteweyên ku li ser
gogzemînê jiyan dikin girîngiyeke bê sînor bi zimanê xweyî zikmakî kirin û bi
hemî şêweyan bervanî di berde kirin da ku ew ziman ji hole ranebe, çimkî
têgihîştin û naskirin çi wata windabûna ziman ango windabûna netewe ye  .
Vêça zimanzan, rewşenbîr û zimanhezên kurd jî weke CELADET BEDIRXAN, CEGERXÎN, OSMAN SEBRÎ, EHMED PALO, REŞÎDÊ KURD û hin hêjayên dîtir rewşa gelê kurd û zimanê wî ji hemû aliyan ve xwendin û her wiha niyazên dagirkerên Kurdistanê jî dîtin ku hewildan têtin kirin ku zimanê kurdî  ji holê rakin, bo ku karibin netewa kurd ji ser zemînê hilînin, lewra di roja 15 ê Gulana 1932 an de li paytexta Sûriyê nemir Celadet Alî Bedirxan Kovara HAWAR bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî weşand, lewra jî Kovara HAWAR bi wan tîpan  balgêş û dengdar bû, çimkî berî wê gelek rojname û kovar hebûn, mina rojnama Kurdistan ya ku li ser destên mîr Mîqdad Midhet Bedirxan li paytexta Misrê Qahîra di sala 1898 an de hat weşandin û her wiha rojnama roja kurd li Silêmaniyê di sala 1913 an, rojnama jîn 1919, banga kurdistanê sal 1922 an de hatin weşandin lê mixabin hemû rojname yên wê demê bi tîpên Erebî hatibûn nivîsandin loma gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê roja weşana Kovara HAWAR  kirin roja Zimanê Kurdî. 
Lê ji aliyekî din ve dîroknasan cesipandiye ku di rojhilata navîn de zimanê kurdî yê herî kevnar  û dewlemende bi kok û reh û dîroka xwe bihtirî 8000 sale û her wiha tekez dikin ku di dîrokê de rastî gelek pirojeyên herfandin û windakirinê  hatiye, lê vîna gelê kurd ya bêhempa li pêşiya wan pirojeyên kirêt rawestiya bû û ew daxwazên Şofenist û nejadperestan têkbirin .
Vêça dibe gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî rasteqîn xwedî li zimanê zikmakî derkeve û biparêze, çimkî di destpêkê de jî me anî ziman ku roleke zimêne girîng heye di jiyan gelan de, ji ber ku ziman raman e, hebûne, nasnameye û neteweye, de ka em bi hev re bi xebitin  ku roja 15 Gulanê bikin sambol ji bo nivîsandina bi zimanê kurdî û xwestek û armanca wan têkoşeran li ser zemînê nehêlin û li wan gotinên Celadet xwedî derkevin: 
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. 
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…