Hinek rexne û têbînî…

Hoşeng OSÊ
 
Di despêka heyva nîsanê de, min serdana Herêma Kurdistanê kir da
beşdarî pêşengeha pirtûkan bibim û romana xwe ya yekemîn mor bikim. Min gelek
dost û hevalên hêja û dilsoz dîtin û di derbarê gelek mijaran de axivîn. Mijara
sereke, rewşa Kurdistanê, referandûm û serxwebûna Kurdistanê bûn. Di 11ê nîsanê
de semînereke min li Zankoya Zaxo hebû, beşê dîrokê amade kiribû. Semîner bi
sernivîsa “Gelo Stratejiya Serxwebûna Kurdistanê xwe Dispêre çi Xal û
Bingehan?” bû. Naverok û xalên sereke yên vê semînerê ev bûn:
1 – Rewşên herî guncaw û baş ji bo damezirandin û “îlan” kirina dewletan ew e rewşên ne guncaw, ne baş, awarte û tevlihev in. Mînak, pirraniya dewletan di demê şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de avabûne. Dewleta herî dawî di rojhilata navîn de hatiye îlan kirin Îsraîl e ku di 1948an de bû. Hêjayî gotinê ye ku tevgera “Sîyûnizmê” di 1897an de kongreya xwe ya yekemîn lidarxist û plana avakirina dewletê danî û di sala 1917an de soza avakirina dewletê ji wezîrê karê derve yê Brîtaniya Arthur James Balfour stend. Ango qonaxa avakirina Îsraîlê 51 sal dewam kir (1897-1948).
2 – Eger Serkirdeya Herêma Kurdistanê di pêvajoya serxwenbûnê de birastî cidî ne, divê stiratejiyeke zelal, tekûz û rêk û pêk li cem wan hebe, bi disipilîn û bê dudilî li gorî wê bimeşin. Ev stiratejî divê li ser sê ast û radeyan be: Rewşa hundirîn, rewşa herêmî û rewşa navnetewî. Ya herî girîng, divê maf û mijara serxwebûna Kurdistanê êdî nebe babeta gefxwarinan. Ango Birêz M. Barzanî ne bêje: “Em ê serxewbûnê îlan bikin” û piştre ji gotina xwe paş vekişe. yan jî M. Barzanî tiştek bêje û N. Barzanî tiştekî din ê nakok bêje. 
3 – Li ser asta hundirîn: Gelo Hikûmeta Kurdistanê di warê geşkirin û serbixwe kirina aboriya herêmê ka çi planên aborî hene? Divê were jibîrkirin ku petrol û gaza Kurdan heye û çavkaniyên din yên aboriyê werin peyda kirin, weke: Bac, hilbirîna giran, torîzim, bank… hwd. Eger aboriyeke serbixwe nebe, siyasteke serbixwe jî çênabe. Divê tu carî neyê jibîr kirin ku têkoşîna li dijî gendeliyê gava herî girîng û pêwîst e di warê reform û çaksaziya ekonomî û rêvebirinê de. Gendelî, gendelî, gendelî…, divê hemû çavkanî û jêderên gendeliyê werin zuha kirin.
4 – Ez nizanim bê çiqas pere û dirav di warê ragihandinê de tê terxan û xerc kirin, lê heta niha navendeke lêkonlînên stiratejîk a Kurdistanê li derveyî Kurdistanê, nîne. Divê navendên lêkolînan yên taybet ji bo şopandin û nirxandina rewşa Tirkiyê hebin. Her wisa ji bo Îranê jî û ji bo welatên Ereb jî (welatên kendavê, Misir, Fas… hwd) divê hebin. Lê mixabin tiştekî wisa nîne. Belkî tenê rojnama “Bas”ê yekemîn saziya ragihandin û medya Kurdistana Iraqê ye ku li derveyî Kurdistanê tê çap û belav kirin.
5 – Li ser asta herêmî: Divê civîn û konferansên berfireh li Tirkiyê di gel siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, karsaz…hwd yên Tirk li Anqerê, Stenbol, Îzmîr û Amedê, di bin banê diruşmeya ku “Serxwebûna Kurdistanê berjewendiya Tirkan e bêhtir ku ya Kurdan be”, werin li dar xistin. Divê muxateb ne AKPe û cemawerên wê bin, lê CHP, HDP partiyên din bin. Ango muxateb ne aliyên ku êdî nerm bûne û serxwebûna Kurdistanê qebûl dikin, lê yên ku heta niha, hîna hişk û sert û li dij in.
6 – Kongre û konferansên bi vî rengî û bî vê mebest û armancê, li welatên kendavê yên Ereb jî (Dubay, Qatar, Sûdiye, Kiweyt, Uman û Bahrayin) û li Misir û Fasê divê werin li dar xistin, da ku baweriyeke tekûz li cem wan çê bibe ku serxwebûna Kurdistanê, ji Kurdan bêhtir, dê di xizmeta wan de be.
7 – Li ser asta navnetewî: Hemû partî û rêxistinên Kurdistana Iraqê, nemaze PDK, YNK, Goran…, li Amerîka û Europa divê di nava rewşa alarm û seferberiyê de bin û her hefte li paytextên girîng, meş û mitîngan li dar bixin. Zêdetirî 2 milyon Kurdên Iraqê li Amerîka û Europa hene divê werin livandin. Hemû partî divê hesab ji berpirs û endamên xwe yên li Amerîka û Europa bixwazin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hesab ji nûnertiyên xwe yên li Brûksel, Waşînton, Berlîn… hwd, bixwaze û wan dehfde nava kar, xebat, liv û tevgerên cemawerî, siyasî û diplomasî.
8 – Li avahiyên parlementoya Europa, Amerîka û welatên din divê civîn û konferans werin li dar xistin. Serxwebûna Kurdistanê gerek bibe mijar û rojeva sereke ya medya Amerîka û Europa û birêz M. Barzanî her hefte bibe mêvanê yek ji TVyên navdar yên USA û EU. Divê nivîs û gotar li ser sûdeyên Serxwebûna Kurdistanê di hemû rojname û kovarên sereke û navdar yên USA û EU de, her hefte, werin belav kirin.
 Di warê sînema û fîlim dokumenter û direj de li ser tirajediya Kurdan a Enfal û Şingalê weke Holokosta li dijî Kurdan were nîşandan û li cîhanê were belav kirin. Hikûmeta Kurdistanê di gel fîrma û şirketên navnetewî yan tekiliyên giştî û gelemperî, derbarê propagendeya Serxwebûna Kurdistanê, divê kontrat omr bike. Ev kurte pilan, eger serê sedî 60 ji wê pêk bê, dê deskeftên baş werin bi destxistin û raya giştî ya cîhanê digel Serxwebûna Kurdistanê be.
——————
Jêder: heftenameya Basnews. hijmara 17.
1 ta 7 gulanê 2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…