Landika Azadiyê

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Eylûl
– 2002
 
Seh dikim ku rojekê,
Ji dorhêla Rojhilat,
Navbera Dicle, Firat,
Weke dewrên bihurî,
Wê porê me, şe bike,
Wê dilê me geş bike;
Sirweya azadiyê.
 Ewê berê xwe bide,
Besta hişka rojava.
 
Wê li pey xwe bihêle,
Tim gêdûk û astengan.
 
Wê bi xwe re bihere,
Ewrên gorîkirinê.
 
Wê demê dê bibare,
Barana hizkirinê,
Barana dadmendiyê,
Barana hêminiyê,
Barana wekheviyê,
Barana azadiyê.
 
Yeksanî û ewleyî,
Tevî dêmokirasî,
Bi mafê azadiyê,
Wê bigîjin her kesî.
 
Şitlên mafê min û te,
Wê demê dê têrav bin.
 
Wê gavê timê pirsan,
Wê bigîjin bersivan.
 
Wê demê kes nakire,
Berçavka neyîniyê.
 
Bîr û nêta her kesî,
Wê qasê erênî ye.
 
Belg û darên jiyanê,
Hêdîka wê kesk bibin.
 
Hawirdorê wê demê,
Dê bêhna taybet bide.
Dewsa bêhna barûtê,
Bêhna pûngê, beybûnê,
Bêhna pêqask, mendikê,
Bêhna siping, tehnîşkê,
Bêhna gûlik, sincikê,
Bêhna meyro, ribêsê,
Bêhna tirşo, cehtirî,
Bêhna rihan û sewzê,
Bêhna hewşanê ware.
 
Êdî dewsa rengê şîn,
Erd û esman reş nabin.
 
Wê demê zer, her zer e,
Kesk û sor û qîçik jî.
 
Keskesorê pêşkêş ke,
Hemû rengên xwezayî.
 
Wê gavê dê bikene,
Sirûşt hezar awayî.
 
Dewsa teqînên çekan,
Dengê bilbilê ware,
Sewta şalûlê ware.
 
Kewê bi qibeqibê,
Nêçîrvanan mest bike.
 
Pepûk bi dengê popo,
Wê mirov mat bihêle.
 
Emê hêsanî bibhên,
Stranên çem, kaniyan.
 
Êdî cûcikên kewan,
Êdî cûcikên betan,
Êdî zarên min û te,
Him têjikên kêvroşkan,
Di xewê de natirsin,
Ziravê wan naqetin.
 
Gava encam wê ev bin,
Ev nûberên biha bin,
Wê çêbe şehrê qencan;
Ezê we bidim sondê:
Bi mafê ronakbîran,
Bi heqê kal û pîran,
Bi mafê aqilmendan,
Bi heqê belengazan,
Bi mafê jinebiyan,
Bi heqê teyr û tûyan,
Bi mafê tim ruhberan;
Nehêlin ku tu demê,
Ji heja xwe bikeve,
Landika azadiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…