Gotar

Kî nikare siyasetê bike?

Akif Hesen
 
1- Kesê di warê civakî de qels be, nikare di warê siyasetê de jîr be.
Ango: Kesê di warê civakî de feqîr be nikare di meydana siyasetê de dewlemend be.
2- Kî ne serbixwe be, ango tiştekî wî bixwe tune be, mirûdek be,
evdalek be, sofiyek be, nikare siyasetê bi navê gel bike.
Ango: Kesê girêdayî ne azad e û kesê ne azad nikare siyasetê bike (xulaman
tucaran siyaset nekirine û nikarin bikin)
3- Kî ne xwedî çandeke dewlemend be, çandeke medenî be, nikare siyasetê bike.
Ango: Çanda fitne û fesadiyê, çanda fen û fîtkan nikarin bibin hevîrê mirov pê siyasetê bistire.
4- Kî ji fedekariyê baz bide û bawer bike ku siyaset tenê pitpit e, ew nikare siyasetê bike.
5- Kî fersendan nebîne, bibîne lê nezanibe wan bigire û bikar bîne, nikare siyasetê bike.
6- Kî xwe liser serê gel mezin bike û gel biçûk bike, ew biçûk e û nikare siyasetê bike.
7- Kesê ne dilbiçûk û serxweveçuyî nikare siyasetê bike.
8- Kesê stûr diaxive û stûr dilive, ne nazik be û hestên gel nas neke nikare siyasetê bike.
9- Kesê tenê hestên gel liser sêla propagandayê biqelîne, rihê wî ziwa dike, gunehkare û ji siyasetê dûr e.
10- Kesê mejî ji dil veqetîne, hestan ji hizran dûr bixîne, pêrîşanekî xwedê ye, nikare siyasetê bike.
11- Kesê rojê 24 saetan bêje: welat, welat, welat, lê qîmet nede mirovên wî welatî, ew durû, sextekar û dexel e.
12- Kesê li hember xerîban sernizim û ketî be, lê li hember gelê xwe weke dîkan be, ew mirovekî şikestî ye û nikare bi navê gel siyasetê bike.
13- Kesê nekaribe nêrînen cuda hilgire, wê çawa bikaribe barê welat û milet hilgire.
Ango: Heger barê nêrînan ewqas sivik e û tu nikarî hilgirî, tu çawa xwe dixapînî û dibêjî ez barê welat û milet yê giran hildigirim.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…