Dêrka Hemko ta Amûdê

Burhan Hisso.

Derwêş…
Derwêşo….dero
Derooooo
Ez simaîl im..simaîl ê dîn
Ji Amûdê
li Dêrikê,diqîrim
Li pey te,li ser te
Li nik Hesen,birayê te,peymayê te
Çixarekê ji ya dî pêdixin
Li ber siya gimberojan
Xefkan divedin
Ji ber  berik û kuçên zarokan
Ji qoskên wan
Em dibezin
Derwêşo….dero
Dema tu birin
Heleb é li xestexaneyê
Ez li pey te
Hesenê kezeb çixare 
Ji canê xwe 
Ji dilê xwe
Çixare dûv çixareyê
Keserê pey keserê 
Kanîka eskeran çikkya
Dero
Ez û Simaîlê Amûdî
Emê ji kû tîna xwe şikênin
Ji kû keviyên xwe avdin
Li gel Misto û Xaldo
Nado û Remo
Newafo û Ehmedê dîn
Heyndero û Hecer
Şûna mirina te li biyaniyê
li darxin
Li ber siya qijleyê
Xwezya xwe bi zindanê bînin
Li Dêrka Hemko
Em tîrêjên berevaniya resengehê
Dadihêjin çêja xewnên kurdewariya
Lehengane..
Hooooooo…Deroooooooo
Derwêşoooo loooooooo
Te digotî
-Derwêş im,Derwêşê Evdî
Ne di ser xwere ,ne di bin xwere
Min tu kes nedî
Ji pêvî Xwedakê ebedî
Ax ax ax Dero ax
De were lo
Were
Were em çixareyan ji sîrikê bipêçin
Ji qaşûlê şebeş û gundoran
Em pêlavan çêkin were
Pilo pilo,di qulên mîroyan werkin
Bera zarok pey me kevin 
Û bêjin
– Dero dero.,meçe KASANÊ 
SIMAÎLO,mere SOXANÊ 
Dero kezeb perrrityo
Li nexweşxaneya Helebê
Diqîriya 
-min bizîvrênin Dêrikêĕêêêê
Min bizîvrênin
Dêrka Hemko
Bangorên ser banan tevan
Di ser dil û mêlakên min re bibin,bînin
Kezeb û gurçikên min
Di coniyan de werkin
Mîkutan hilkin û tê werkin
Dûrî welat
Penabero
Mîna me
Mîna welat
Mîna milet …
Derwêşo…derdo
Te digotî
-ger ez mirim
Li mizgefta Şêx Casim
Min bişom
Û bangkin
-Dero zîvirî Dêrikê
Dero vegeriya Dêrikê
Min di mezarê Dêrikê de veşêrin
Gor û ber gorkin
Derwêşo loooooo
Lo Dero.
Dêrka Hemko.6-8-2016.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û…

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin…

Konê Reş

Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser…

Beşîr Botanî

Min çend şîret ji stiranbêjên nû re hene ji bo serketina wan û serketina stiranên wan jî lê mixabin e ku piraniya wan wesan çewt hizran dikin:

Ez tenê piştbestin li ser xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser bavê xwe dikim.
Ez tenê piştbestin li ser birayê xwe dikim.